Komkujiyên ku dewleta Tirk li navçeyên Efrînê kiriye
Heyva Sor a Kurd, komkujiyên ku dewleta Tirk li navçeyên Efrînê kiriye, tevî belgeyan bi ANF'ê re parve kir.
Heyva Sor a Kurd, komkujiyên ku dewleta Tirk li navçeyên Efrînê kiriye, tevî belgeyan bi ANF'ê re parve kir.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, ji ber êrîşên leşker û çeteyên Tirk di nava 52 rojên bihurî de li Efrînê 232 sivîl şehîd bûn ku 35 ji wan zarok in, 29 jî jin. 668 sivîl birîndar bûn, 90 jê zarok in, 100 jî jin. Dewleta Tirk a dagirker li navenda Efrînê, navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Raco, Bilbilê, Mabeta, Şera û Şerawayê û li gundên van navçeyan yekser êrîşî sivîlan kirin.
'GELEK CENAZE HÊ NEHATINE DÎTIN'
Li gorî qeydên Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, li navenda Efrînê û 7 navçeyên wê, ji 20'ê Çileyê heta 6'ê Adarê 22 zarok, 28 jin û 166 mêr mirin. Şaxê Heyva Sor a Kurd a Efrînê ragihand ku hê gelek kes hene ku wan nekarîne xwe bigihînin cenazeyan.
90 JI SEDÎ YÊ KOMKUJIYAN BI BALAFIRAN HATE KIRIN
Heyva Sor a Kurd ragihand, 90 ji sedî yê komkujiyên hatine kirin, bi balafifrên şer û balafirên bê mrov ên bi çek (SİHA) hatine kirin.
BÎLANÇOYA 50 ROJÎ YA JI ALIYÊ HEYVA SOR VE HATE RAGIHANDIN
Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd, ji 20'ê Çileyê heta 10'ê Adarê komkujiyên ku li navçeyan hatine kirin wiha ne:
EFRÎN-NAVEND
Zarok: 5 şehîd, 12 birîndar
Jin: 1 şehîd, 8 birîndar
Mêr: 4 şehîd, 16 birîndar
Bi giştî: 10 şehîd, 36 birîndar
CINDIRÊSÊ
Zarok: 4 şehîd, 18 birîndar
Jin: 5 şehîd, 18 birîndar
Mêr: 17 şehîd 71 birîndar
Bi giştî: 26 şehîd, 107 birîndar
ŞIYÊ
Zarok: 1 şehîd, 4 birîndar
Jin: 3 şehîd, 9 birîndar
Mêr: 9 şehîd, 32 birîndar
Bi giştî: 13 şehîd, 45 birîndar
RACO
Zarok: 1 şehîd, 14 birîndar
Jin: 2 şehîd, 17 birîndar
Mêr: 7 şehîd, 81 birîndar
Bi giştî: 10 şehîd, 112 birîndar
MABETA
Zarok: 6 şehîd, 2 birîndar
Jin: 1 şehîd, 4 birîndar
Mêr: 5 şehîd, 16 birîndar
Bi giştî: 12 şehîd, 22 birîndar
BILBILÊ
Zarok: - şehîd, 7 birîndar
Jin: - şehîd, 5 birîndar
Mêr: 3 şehîd, 15 birîndar
Bi giştî: 3 şehîd, 27 birîndar
ŞERA
Zarok: - şehîd, 2 birîndar
Jin: 2 şehîd, 3 birîndar
Mêr: 5 şehîd 21 birîndar
Bi giştî: 7 şehîd, 26 birîndar
ŞÊRAWA
Zarok: 12 şehîd, 18 birîndar
Jin: 5 şehîd, 4 birîndar
Mêr: 4 şehîd, 18 birîndar
Bi giştî: 21 şehîd, 40 birîndar
TEVÎ BIRYARA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JÎ KOMKUJÎ KIRIN
Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, piştî ragihandina biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di nava 6 rojan de (Heta 6'e Adarê) dewleta Tirk li Efrînê û navçeyên wê bi giştî 20 sivîl kuşt ku 3 jê zarok, 5 jin û 12 jî mêr in. Ji 6'ê Adarê û vir ve jî gelek sivîl ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wan ve hatin kuştin.