Hesekê: Divê ciwanên Kurd jiyanê li dijmin bikin cehenem

Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brûsk Hesekê: Xeteriya li ser Efrînê mezin dibe. Ya girîng rabûna ser piyan û lidarxistina çalakiyan e. Bi taybetî divê ciwanên Kurd jiyanê li dijmin bikin cehenem.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê 51 roj li pey xwe hiştin. Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brûsk Hesekê li ser êrîşên dewleta Tirk ên ku nikarin berxwedana YPG/YPJ'ê bişikînin, ji servîsa Erebî ya ANF'ê re axivî. Brûsk Hesekê diyar kir, nêzî 2 meh in komployeke mezin a navdewletî li ser Efrînê bi rê ve diçe û destnîşan kir ku ev komplo ji aliyê Tirk, Rûs û Îranê ve hatiye amadekirin û heta ji hin aliyan ve Amerîka jî di nav de ye. Hesekê got, bi rêya vê komployê hewl tê dayin ku gelê Kurd û erdnîgariya Efrînê bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî, dewletî û şexsî.

'ŞERÊ EFRÎNÊ DI ASTA ŞERÊ NAVBERA DEWLETAN DE YE'

Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brûsk Hesekê bi bîr xist ku dewleta Tirk tevî 50 hezar çete û hêzên xwe yên taybet bi teknîka herî pêşketî û balafirên şer ên F-16 êrîşî Efrînê dike û got, "Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe; bi taybetî yên Selefî, El Qaîde û yên radîkal weke DAÎŞ, Nûsra, hêzên ji Turkîstanê, Ceyş el Hur, bi tevahî hêzên dewleta Tirkiyeyê û bi teknîka wê ya herî pêşketî, ev 52 roj in êrîşî Efrînê dike. YPG û YPJ ku ev 7 sal in têdikoşin, li ser esasê xweparastinê ava bûn. Berxwedana ku îro tê kirin ji bo parastina xwe, civak û axa xwe ye. Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, YPG/YPJ heta niha hewl dide ku Efrînê biparêze û nehêle bikeve. Teknîk, artêş û dewletên ku li dijî me şer dikin, ne dewletek û dudu ye. Ne artêşek û du artêş in li hemberî gelê Efrînê, li hemberî keç û xortên Efrînê şer dike. Êrîş û şerê tê kirin di asteke welê de ye ku ancax dewlet li hemberî dewletan dikare bike. Xuya ye em di çavê dijmin de ewqasî mezin in, em di asteke bilind de ne, mîsyoneke me ya mezin heye ku dijmin bi vê hêza xwe ya pir mezin, bi hêzeke xwe ya ji 50 hezar çete û hêzên xwe yên taybet, bi teknîka pêşketî û balafirên şer ên F-16 li dijî me bi kar tîne. Em ne artêş in, em hêzeke parastinê ne û bi civata xwe re ne.

'BÊDENGIYA DEWLETAN RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE'

Bêdengiya dewletên derdorê rê li ber gumanên mezin vedike. Yên ji xwe re digotin, 'em dewletên demokrat in, mafê mirovan, mafê kesayetiyan li gel me ne' û dewletên bi pêşengiya Amerîkayê dibêjin 'em li dijî terorê ne, li dijî DAÎŞ û Nûsra ne', lê tevî ku ew jî îro li dijî me şer dikin, dewletên navborî bêdeng mane. Bêdengiya van dewletan mirovan dixe nava gumanan ku êrîşên tên kirin, qirkirina civakê û çanda civakê tê kirin, bi xweşiya wan çûye.

Ev mijareke cidî ye. Bêguman ji bo tu civakekê bide guhertin, divê tu wê civakê ji aliyê fîzîkî ve ji holê rake. Tu nikare çandeke xerîb, cilekî lê nayê nikarî lê bike. Ne pêkane ku tu bi zorê zimanekî din li ser ferz bike. Tu ancax wê civakê ji kokê rake, qir bike û piştre civakeke li gorî xwe bide çêkirin. Armanca yekemîn a dewleta Tirk a li ser Efrînê bi taybetî ev e.

'EM LI DIJÎ TEKNÎKA HERÎ PÊŞKETÎ LI BER XWE DIDIN'

Li gorî hin agahiyên gihîştin ber destê me, dewleta Tirk hin Tirkmenên li nava Iraqê, yên li Tirkiyeyê li ser vê xeta sînor bi cih bike û di bin sîwana çeteyên xwe de ji wan re li ser vê xetê dewletokekê çêbikin. Piştî qirkirina gelê Kurd li nava Efrînê û gundên li derdora wê. Ev demeke rewşeke bi vî rengî bi rê ve diçe. Van mijaran mirov dikarin bi raya giştî re parve bikin. Ji ber ku mijareke cidî ye û lîstokeke qirêj heye.

Xaleke din a girîng ew e, ku di şerê heta niha de her rêbazên qirêj û gemarî hatine bikaranîn. Wekî bikaranîna nepalan, xazên qedexekirî û çekên herî pêşketî, teknîka herî pêşketî. Ev tev li dijî me hate kirin. Nehiye û gundên heta niha dagir kirine bi rêya vê teknîkê bi dest xistine. Me ne tenê li dijî leşkeran, me her wiha bi îrade û berxwedana xwe, bi hebûna xwe û piştgiriya gelê xwe yê li Efrînê me li dijî vê teknîka pêşketî li ber xwe dan.

'JI NIHA Û PÊ VE SURPRÎZÊN NÛ LI BENDA DEWLETA TIRK IN'

Rast e, piştî vê berxwedana mezin ku navê 'berxwedana serdemê' lê hatiye kirin, ji baskekî ve gihîştine nêzî Efrînê. Di navbera kîlometre û nîve, du kîlometre mane. Ev nayê wê wateyê ku êdî her tişt tine bû. Na. Ev baskê ku em dibêjin, ji aliyê navçeya me ya Şera ye. Ji vî alî ve nêzî Efrînê dibin. Baskê ku ji Cindirêsê dixwaze bê Efrînê, hê bi 5-6 kîlometreyan dûr e. Navçeyên me yên Mabeta, Şêrawa, navenda Efrîn û gundên bi van navçeyan ve girêdayî, gundên me yên navçeya Bilbilê, navçeyên Raco, Şêrawa û Şiyê, gundê van di destê me de ye. Ev nayê wê wateyê ku baskek nêzî Efrînê bûye û êdî her tişt xelas bûye. Na, mirov dikare berevajî vê yekê bêjin. Ji vir û pê ve pêvajoyeke nû, şerekî nû, surprîzên nû wê derkevin hemberî dewleta Tirk. Bi taybetî di nava şerê bajaran de, yanî eger ku bixwazin têkevin nava bajêr. Heta niha me li çiyê şer dikir, lê ji niha û pê ve li deştê, li bajar, li gundan em ê şer bikin. Bi vî şerî re em ê hêza xwe xurtir bikin.

'ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ LI DIJÎ GEL BI KAR ANÎN'

Bi îradeyeke hîn mezintir, bi manewiyateke hîn bilindtir. Ji hêz û manewiyata gelê me, bi taybetî yên tên piştgiriya Efrînê dikin ji Bakurê Sûriyeyê, ji xeta kantonên me yên Şehba, Ava Firatê, Qamişlo, Hesekê, Cizîrê piştgiriya ku gelê me dike dibe weke çavkaniya esasî ya manewiyatê ya hêzên YPG û YPJ'ê. Em hêza xwe ji wê digirin. Ji ber vê yekê ti carî pişta me neket û wê nekeve jî. Yanî ji vir û pê ve wê şer dewam bike. Xeteriyên ku hene çi ne? Bêguman dewleta Tirk piştî bendava Meydankê xist destê xwe, av li ser gel qut kir. Xetên telefonê qut kir. Tevî ku zexteke giran li ser gel kir ku koçber bike, ev yek nekarî bike. Gelek caran bi çekên qedexekirî yên weke bermîl li dijî gel bi kar anî, bi çekên xwe yên giran ên weke obus, top û tankan bombe barand. Yanî bi her awayî rêbazên qirêj li dijî gel bi kar anî, ji bo gel koçber bibe, lê gel koçber nebû. Niha jî bi rêbazeke hê qirêjtir, çavkaniyên ku civak xwe pê xwedî dike; weke av, nan, xwarin li ser gel dide qutkirin. Ev lîstikeke qirêj e, divê raya giştî û dewletên navneteweyî bi giştî êdî vî tiştî zanibin. Tevî êrîşên giran ên bi bermîlan jî ti carî manewiyata vî gelî neket, moralê vî gelî neket. Hêzên YPG/YPJ hêza xwe ji vê yekê digirin. Çavkaniya xwe ya esasî ev e. Ev berxwedan bê guman wê dewam bike.

'KES JI EFRÎNÊ DERNAKEVE, BEREVAJÎ GEL HÊ BÊHTIR TÊ EFRÎNÊ'

Gel jî bi sekn û hewldanên xwe vê didomîne. Pir gotinên ku tên gotin, wekî 'gel koçber dibe, gel dixwaze derkeve, lê YPG pêşiya wê digire', dûrî ji rastiyê ye. Ji bo berxwedan û sekna gel, hebûn û lehengiya gel biçûk bixin û ji nedîtî ve bên, van gotinên ku dixwazin psîkolojiya derdorê pê bide xerakirin, ya jî bala dewletên derdorê bikişînin ser vî tiştî, van gotinên bêbingeh davêjin holê. Vaye fermo, li gelek gundên ketin destê wan milet hene. Ew milet nereviya. Milet dibêje; 'bi mirina min, lê ne bi koçberbûna min'. 'Cih û warê min namûs û şerefa min e. Ez ê çawa berdim.' Vê rastiyê dikarin ji gundiyên li gundên niha ketine destê çeteyan jî bipirsin. Tiştekî wisa tine. Dema li cîhanê şerê bi vî rengî diqewime milet ditirse, direve. Lê yê me eksî wê çêdibe bi rastî. Êş û keserên ku gelê Efrînê dikişîne bi miletê me yê li kantonên din re tên parvekirin. Milet tên Efrînê, ne milet jê derdikeve. Niha di vê kêliya ku bi we re diaxivim, bi sedan, bi hezaran mirovên ji kantonên me yên din, ji Şengal, Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Kobanê yanî ji hemû kanton, bajar û bajarokên me milet îro li Efrînê ne.

'DIVÊ CIWANÊN KURD JIYANÊ LI DIJMIN BIKIN CEHENEM'

Bi wesîleya 8'ê Adarê jinên ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojavayê Kurdistanê heta Fîlîstîn, heta welatê Ereban jin hatin. Ew manewiyat, ew ruh diyar dike ku serketin wê ya gelê Kurd be. Ev misoger e. Hatin 8'ê Adarê li vir pîroz kirin. Tevgera me bangeke giştî li gel kir. Xeteriya li ser Efrînê her diçe zêde dibe. Em bi rewşa Bakurê Kurdistanê zanin, ku li Cizîr, Sûrê li gelek deveran komkujî hate kirin û tevî vê jî dev ji îradeya xwe berneda. Lê belê divê gelê me çi li Rojava, çi li Başûr, Rojhilat û Bakur divê li hemberî van komkujiyan hişyar be. Komkujiya ku li Amedê li Sûrê, li Nisêbînê, li Şirnexê kirin, ji ya Efrinê ne qut e. Ya Efrînê jî ya Kerkûkê ne qut e. Ev lîstokeke qirêj e ku dixwaze li dijî gelê me bikin. Gelê me wê li beramberî vê lîstokê hişyar be, her tim li ser lingan be. Yanî girîng e rabin ser piyan, çalakiyan li dar bixin. Li ber Sefaretxaneyan bicivin. Bi taybetî keç û xortên ciwan girîng e jiyanê li dijmin bikin cehenem.

'LIDARXISTINA ÇALAKIYÊN LI GORÎ RUHÊ SEFERBERIYÊ GIRÎNG E'

Ciwanên gelekî ku dixwazin qir bikin, divê milê xwe bidin YPG û YPJ'ê, tevlî govenda azadiyê bibin, li ber vî şerî bisekinin. Yên nikaribin bên jî li gorî îmkanên xwe li nava bajaran li ser lingan bin, bi rê û rêbazên demokratîk raya giştî ya cîhanê hişyar bikin, li ser esasê rawestandina qirkirina li Efrînê tê kirin.

Ji bo gelê me yê li Ewropayê; bi qasî ku em zanin ji roja ku êrîş li ser Efrînê dest pê kiriye û berxwedana serdemê dest pê kiriye, gelê me li hemû deverên Ewropayê, dostên me welatparêzên me, xêrxwazên me hemû li ser piyan e. Êrîşên li ser Efrînê girantir dibin, lewma tenê meş û çalakî û qîrîna dirûşman têra ruhê berxwedana serdemê nake. Rêxistinê seferberî ragihand. Girîng e bi ruhê seferberiyê rê û rêbazên çalakiyan bên xurtkirin. Ku ciwan karibin hîn bêhtir pêşengiyê ji van serhildanan re bike. Em ji tevahiya gelê xwe re serketinê dixwazin."