Êrişên dewleta Tirk li sedan bajarî hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê li sedan bajarî bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin.

Êrişên hewayî yên dewleta Tirk ku pêr bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê hatin kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê, Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê Asayîşa PDK'ê ne kêmî polîsên Tirk bû û bi tundî êriş bir ser çalakiyan, gelek kes destgîr kir.

Li Şengal û Mexmûrê jî di çalakiyan de biryardariya ji bo dewamkirina berxwedanê hate nîşandan.

Kurdistaniyên li Ewropayê jî tevî dostên xwe daketin qadan, êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya cîhanê dan.