Êrîşên dewleta Tirk li gelek bajaran hatin protestokirin

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistaniyên daketin qadan êrîşên duh şev yê dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medya, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastina Medya, Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Şengalê hat protestokirin.

DUÎSBURG

Li bajarê DUÎSBURG a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD)  saet 17:00’an hatin cem hev û êrîşa hewayî ya duh şev a dewleta Tirk protestokirin. ATÎK û AGÎF jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser navê NCKD Hevserok Niyazî Oztaş, Hevserokê ATÎK’ê Silêman Gurcan û ji Die Lînke Duîsburgê Ozlem Ateş û li ser navê MLPD jî axaftin hatin pêşkêşkirin.

FRANKFURT

Saziya Frankfurt Kobanê ya ku Elmaniyan avakiriye, YXK, Meclîsa Jinan a Nûjîn ya Hanau, Meclîsa Jinan a Sara ya Offenbach, Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurt, Antîfa-Unîted, Antîfa Sîempre, ATÎK Frankfurt û bi sedan kesan bombebaranên dewleta Tirk protesto kirin. Çalakî piştî xwendina danezanê ya bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîmê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ya li hemberî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê hat şermezarkirin. Antîfa û Partîzanê jî piştgirî dan çalakiya ku NCKD a Hîldesheîm, Meclîsa Jinan a Berçem û Komîna Jinan a Meryem organîze kirbû. Di çalakiyê de berdewam dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujerê jin û zarokan Erdogan”, “Hemû dagirker ji Kurdistanê bicehimin” û “Wê faşîzm di nav xwîna ku rijandî de bifetise” hatin berzkirn. Çalakî bi tîlîliyan bi dawî bû.

DUSSELDORF

Li herêma Dusseldorfê jî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê pêk anî bi awayekî girseyî hat protestokirin. Çalakiya ku gelê Kurd û dostên wê tevlî bibûn, YXK, ÎL (Întervenîstîsche Lînke), TCŞ, Jinên Ciwanên Azad û YXK ciwan jî tevlî bûn. Di çalakiyê de danezan hatin xwendin û belavkirin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana YPG-YPJ”, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil bidin hev”, “Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehimin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessenê jî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin. Çalakiya ku ji aliyê DKTM ya Gîessenê hatibû organîzekirin li Berlîner Platz’ê hate lidarxistin. Gelek Kurdistaniyên li Gîessen û hawîrdora wê dijîn, Yekîtiya Suryaniyên Ewropa (ESU), Nûnertiya Gîessenê û Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) piştgirî dan çalakiyê. Di mîtîngê de danezanên ku Rêxistina Sîwan a Jinên Êzîdî û CENÎ amadekiribûn hate xwendin. Li ser navê NCKD’ê axaftin û daxuyanî hatin dayîn. Di axaftinan de êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û li ser yekîtiya netewî tekez hat kirin.

HEÎLBORNN

Li bajarê Heîlbornnê di çalakiya ku ji aliyê DTKM’ê ve hatibû organîzekirin de êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wê tevlî çalakiyê bûn.

DARMSTADT

Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiya ji aliyê NCKD’ê ve hatibû prganîzekirin diyarkirin ku eger pêwîst bike li hemeberî êrîşên dewleta Tirk emê li meydanan bin. Di mîtînga ku nêzî du saetan dirêjkir de dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Komkujê Kurd Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.

STOCKHOLM

Êrîşên hemwext yên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê û terora dewletê ya li hemberî meşa HDP’iyan ku li dijî derbeyê ketiye tevgerê, li paytexta Swêd Stocjholmê bi lidarxistina çalakiyekê hat protestokirin. Kurdsitanî nêzî saet 17:00’an li Meydana Sergelstorg a navenda bajêr hatin cem hev û wêneyên Wekîlên Girtî, sivîlên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê qetilkirine û pankartên ku daxwaza rawestandina qirkirinê dikin hilgiritn.

Girseya gel piştî ku daxuyaniya nivîskî ya Saziya Civaka Kurd a Demokratîk ya Swêdê hate xwendin ji bo ku tevlî nobeda ku jinên Kurd nêzî saet 12:00’an li pêşiya Wezareta Kar û Barên Derve dabûn destpêkirin bibin dest bi meşê kirin. Her du kom li Meydana Adolf Torg ya dikeve beramberî Wezaretê gihîştin hev û piştre mîtîngek pêkanî.

Di çalakiyê de Hevserokê Saziya Civaka Demokratîk ya Stockholmê Mîrhem Yîgît axifî û got ku dewleta Tirk ji bo tinekirina destkeftên gelê Kurd û piştewanî dayîna çeteyên DAÎŞ’ê, li hemberî Başûrê Kurdistanê bi awayeke hovane êrîşan pêk aniye. Yîgît bang li Hikumeta Swêd û Parlementoyê kir ku li hemberî sûcên şer û pêkanînên derveyî mirovatiyê yên delweta Tirk rabin.