Li Çemçemal dagirkerî hate protestokirin

Bi pêşengtiya ciwanan êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê li parka Newroz a Çemçemal çalakiyek hate kirin.

Bi tevlbûna bi dehan kesî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Di daxuyaniyê de dirûşmên ‘Bimre xiyanet’ û ‘Yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ hatin qîrkirin.

Daxuyanî ji aliyê Aram Eyûp ve hate xwendin. Eyûp êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Em êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Divê her kes bizane Başûrê Kurdistan di rewşeke metirsîdarde ye. Di her warî de pirsgirêkên aborî, civakî, bêkarî zêde bûye. Dewleta Tirk ji vê sûdê digire û êrîşên xwe li ser Kurd û Kurdistanê zêdetir dike. Dewleta Tirk sînorên Iraqê derbas dike, leşkerên xwe li herêmê bi cih kiriye. Em bi hêviya ku ev êrîş bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk nehatibin.”