NÛ BÛ

YRK’ê şehadeta gerîla Reşît Rojhat eşkere kir

YRK’ê şehadeta gerîlayekî xwe Reşîd Rojhat ku di 7’ê Adara 2024’yan de di encama qezayekî de tevlî karwana şehîdan bû eşkere kir û diyar kir ku ji bo pêkanîna hemû armanc û xeyalên şehîdên xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Navenda Ragihandin û Çapameniya YRK’ê nasnameya gerîlayekî xwe bi raya giştî re parve kir;

“Hevalê me Reşîd Rojhat di 7’ê Adara 2024’yan de li çiyayê Şaho dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama qezayekê de, ji şikêrê dikeve û dighêje asta şehadetê. Şehadeta hevrêyê me xemgîniyek mezin di dilê me de ava kir.  

Di serî de malbatê hêja yê hevreyê me yê şehîd û di şexsê eşîra Mamxûrî ya welatparêz de, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xeyalên wan gihandina serkeftinê careke din dubare dikin. 

Agahiyên li ser nasnameya hevreyê me yên şehîd bûye, bi vî rengî ye: 

Nasnav: Reşît Rojhat  
Nav û Paşnav: Kemal Bozkurt 
Cihê ji dayikbûnê: 1986-Colemêrg 
Dayîk-Bav: Halîme-Hacî 
Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Şaho 

Di derbarê jiyana hevreya me Reşît Rojhat de; 

Hevreyê me Reşît Rojhat li Colemêrgê ji dayîk bûye. Ji eşîra Mamxûrî ye û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Eşîra Mamxûrî eşîreyeke wisa ye ku xwedî li nasnameya xwe ya civakî derdikeve û xwedî pîvanên welatparêziyê yên xort in. Bi dehan ewladên xwe yên hêja fedayî vê welat û şoreşê ve kirin. Di nava ferdê malbatê de birayê hevreyê me Bahoz bi navê xwe yê malê Nacî Bozkurt, di sala 2016’an de li Şirnexê bi pêkanîna çalakiya fedayî, digihêje şehadetê.  

Hevreyê me Reşît ji zarokatiya xwe ve tevgera Apoyî nas dike û di nava hem welatparêziya malbat, hem jî di nava welatparêziya herêmê de mezin dibe. Têghiştin û zanebûna xwe bi hûrgûliyek mezin teşe digire, zarokekî têghiştî ye. Di dema xwe ya xwendinê de, piştî ku zanîngehê bi dawî dike, dibe mamoste. Lê ji ber ku pir baş dizanî xwendin û dibistanên dewleta Tirk zarokên Kurdan asîmle dike, ji bilî qirkirinê bi kêrî tiştekî din nayê, lewma terikand û ev yek tu wext qebûl nekir, dev ji mamostatiyê berda û dest bi lêgerîna ber bi jiyaneke azad kir. 

Di sala 2015’an de biryara beşdarbûnê dide û berê xwe dide nava refên gerîla. Di gelek herêman de kar û xebatên cur bi cur pêk anî û ji bo her berbisyariyeke şoreşgerî her tim xwe amade kiribû. Felsefeya hevreyê me her tim ew bû ku kar û xebatê şoreşê bi rengekî herî baş were meşandin, tu carî ji bo pêkanîna erka xwe cih û dem ne kir asteng. Yanî kesayetek dilsoz, sadiq û heta dawî dilnizim bû.  

Di cihên herî pêş û di qadên gerîlatiyê de, ji bo ku pratîk bike her tim xwedî pêşinyar bû. Di sala 2021’an ew derfet jê re tê dayîn û pêşniyara wî tê qebûl kirin û berê xwe dide çiyayê Şaho. Di vir de erka xwe bi rengekî herî baş bi cih tîne. Ji ber taybetmendiyên ku di kesayet xwe de ava kiribû, hem di hêla xwe perwerde kirinê û hem jî her tim xwe di paradîgma Rêber Apo de kûr kirin, her hevreyekî dixwest pê re pratîk bike û kar bide meşandin. Di nava dilê hevalên xwe de bi hezkirineke mezin, mezinbûna hevaltiya ku ji tevgera azadiyê girtibû her tim dida xurt kirin. Di dema ku bi bûyereke bi vî rengî digihêje şehadetê jî, di dilê her hevalî de xemgîniyek pir mezin ava dibe.  

Di nava refên me de her tim ev taybetmendiyên şehîd Reşîd wê zindî bimîne. Ji bo ku em li xeyalê hevreyê xwe xwedî derbikevin, heta dawî em ê li ser wê şopê têkoşîna xwe bidin meşandin. Ala ku radestî me kir, xeyalê ku bi rastiyan re tijî jiyan kir, em ê bi serkeftinê tacîdar bikin.  

Li ser vî esasî careke din ji malbata hevreyê xwe yê welatparêz û di şexsê eşîra Mamxurî de ji tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê soza xwe ya beramber şehîdan careke din em dubare dikin, Ji bo pêkanîna hemû armanc û xeyalên şehîdên xwe em ê têkoşîn bikin.”