Welatiyên Silêmanî li dijî êrîşan meşiyan-NÛ BÛ

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengtiya Koma Wijdan de li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a qirker li Silêmaniyê Kolana Salim  ya Baxê Giştî dest bi meşê kirin.

Li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan welatî li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan, Mexmûr, Şengal û qadên gerîla bi pêşengtiya Koma Wijdan dest bi meşê kirin.

Her wiha welatiyên çar parçeyên Kurdistanê yên li Silêmanî jî dijîn tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’, ‘Gerîla ne mêhvan, tolê dihildistîne’ û ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’ qîr kirin.

Dema ku girseya gel gihişte Kolana Seholeke daxuyaniyek hate dayîn. Li ser navê Koma Wijdan Newroz Fazil daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk nûnertiya terora navnetewî dike. Li ber çavê hemû cihanê sûd ji bêdengiya herêmî û cihanê digre û bi awayek hovane êrîşa qirkinê bi ser gelê Kurd de tîne. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst di vê êrîşê de gelê penaber yê Mexmûrê, gelê mazlum yê Şengalê û Herêmên Parastina Medya kiriye hedef.

‘DIVÊ EM BI HEV RE BIDIN NÎŞANDAN, EV GEL NE MÎNA XWEFIROŞÊN DESTHILATÊ NE’

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê tu kes li benda hikûmet û desthilata Başûr nemîne û helwesta xwe li beramberî van êrîşan nîşan bidin. Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hêzên desthilatdar ên Başûr beşekin ji vê pilana dagirkerina Başûr. Çavê xwe jêre digrin û piştgiriya rejîma faşîst a Erdogan dikin. Ji bo wê divê wek erkekî exlaqî, wijdanî û netewî em pişta xwe bi xwe girêbidin û li hemberî van êrîşan seferber bibin. Pêwîste em tev bihevre nîşanê Erdoganê terorîst bidin ku ev gel ne mîna desthilatê xwefiroşe û teslîmbûnê qebûl nake. Yên xwediyê vê xakê ne gelê Kurd yê bi şerefe. Cihê xwefiroş û sîxûran di vê xakê de nine.”