Nerazîbûn nîşanî dewletê Ewropa yên li ber êrîşan bêdengin hate dayîn

Kurdistaniyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê protesto kirin, nerazîbûn nîşanî Neteweyên Yekbûyî, dewletên Ewropa yên li ber êrîşan bêdengin, dan.

Kurdistanî êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê li Ewropayê protesot dikin.

NUNSTER

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munster ê Elmanyayê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku destkefiyên gelê Kurd dike hedef protesto kirin. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî dewletê Ewropa û raya giştî ya cîhanê yên li ber êrîşan bêdengin hate dayîn.

STÛTTGART

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) MLKP, Partîzan, MLKP/KKO, Yenî Kadin, Tevgera Jinên Azad, Tevgera Ciwanên Azad, ATÎK û Hevparên YDG’ê yên li Schlotplatz a Stûttgart a Elmanyayê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê protestokirin. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî qetlîamên li ser sivîlan tê kiri û banga hestyariyê li raya giştî ya cîhanê kirin.

KOLN

Li Kolnê jî bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Viyan a Koln û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Koln (NCKD-Koln) Kurdistaniyên hatin ba hev dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa ‘Şengalê biparêzin’ û ‘Me DAÎŞ têk bir, dora we ye we nekarî Erdogan rawestîne’ hate vekirin. Dîsa wêneyê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di çalakiyê de û alên YPG/YPJ, TEV-DEM û TJK-E hatin hildan.

CENEVRE

Bêdengiya dewletên Ewropa ya li ber êrîşên dewleta Tirk li ser Kurdan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hate protestokirin.Di çalakiyê de belavokek bi zimanê Fransî hate xwendin û piştre axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku wê li dijî êrîşan berxwedanekî topyekûn bidin.

ZURÎH

Bi sedan kesên ku li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin ku hate gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên ku dike PKK’ê dike hincet û êrîşî Kurdên çar parçeyên Kurdistan dike û dixwaze qir bike.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî bi sedan Kurdistanî êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku dewletên Ewropayê bi peymanên xwe yên bazirganiyê û dîsa firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê dibin hevkarên qetlîamên tên kirin. Hate gotin ku heta êrîş bidomin wê li qadan bin.