Xelkê Mexmûr: Êrîş me lewaz nakin berovajî xurtir dikin

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rusten Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir.

Welatiyên Mexmûrê ku li pêşiya şaredariyê kombûn bi tevlîbûna sedan kesî heta pêşiya avaniya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê meşek girseyî lidar xistin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  alên PKK, PAJK û KCK’ê hilgirtin. Her wiha pankarta bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’ û dovîzên ‘Bimire îxanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘PKK gel e, Gel li vire’û ‘Tolhildan’ hatin rakirin û dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘PKK gele, gel li vire’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘Bimire îxanet’ hatin berzkirin.

Li ber derê avahiya NY’yê gel kom bûn û daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûr Çîçek Cengîz ve hate xwendin.

‘ÊRÎŞÊN LI SER SIVÎLAN, LEWAZÎ Û TIRNAKIYA WAN NÎŞAN DIDE’

Cengîz bal kişand li ser êrîşên dewleta dagirker a Tirk û got: “Ev êrîşên dewleta faşîst ên bi armanca tinekirin û ji holê rakirina îradeya azad ya gelê Kurd, ne cara despêkêye ne ji ya dawiye. Tekoşîna gelê me çiqas mezin dibe, çiqas pêşde diçe û çiqas ber bi jiyanekî birûmet ve rê distîne, dewleta faşîst a Tirk bi çavsorî û bi şêweyekî devlixwîn êrîşên xwe zêdetir û berfirehtir dike. Ev êrîşên dawî yên bi teknîka herî pêşketî li qadên sivîl dijîn, hatîn kirin qelsî, tirsonekî û lewaziya dewleta faşîst a Tirk eşkere raxistiye berçavan.”

‘ARMANCA ÊRÎŞAN NEPEJIRANDINA VÎAN AZAD A KURD E’

Her wiha Cengîz bibîr xist ku dijminên gelê Kurd li beramberî têkoşîna azadiyê û dostên Kurdan ketiye tengasiyekî mezin û xetimiye û wiha pêde çû: “Hikûmeta AKP û serkêşê çeteyan Erdogan ji bo bala gelên li Tirkiye dijîn bikêşe ser aliyên din û temenê xwe dirêj bike, serî li rêbaz û leystokên qirêj û dijmirovî dide. Êrîşa şeva din li ser gelê Mexmûrê, Şengalê û herêmên parastina Medyayê pêkhatîn nîşaneya vê yekê ye. Pêwîste tevahî gelê Kurd yên li welat û derveyî welat dijîn baş bizane, armanca van êrîşane ji holê rakirina tevayî destkeftên gelê Kurd û ne pejirandina îradeya azad ya gelê Kurd e.”

‘ÊRÎŞ VÎN Û BIRYARDARIYA ME XURTIR DIKE’

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Çîçek Cengîz a êrîşên hovane û dijminane yên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Biryardariya xwe ya domandina berxwedana rûmetê diyar dikin, wê êrîş me lewaz nekin, berovajî vê yekê me bi hêz û me xurtir bikin. Em ê dest ji doza xwe ya bi maf, dest ji sîstema xwe ya alternetîf û dest ji têkoşîna xwe gihandina jiyana birûmet bernedîn. Em ê çok nedaynîn, em ê serî ne tewênîn û teslîmkariyê qebûl nekin.

Herî dawî Cengîz ev bang kir: “Bang me li Hikumeta Navendî ya Iraqê, Hikumeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ewe ku li erk û berpirsyariyên xwe yên li beramberê gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bînin û rê li pêşiya êrişên dewleta nîjadperest ya Tirk bigrin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘ Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê û gelên azadîxwaz’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.