Êrişên dewleta Tirk li Swêdê hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, li bajarên Goteborg, Malmo, Heslîngborg û Orebro yên Swêdê bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin.

GOTEBORG
Kurdistanî êvarê saet di 18:00 de li Parka Brûnnê li hev kom bûn û ji bo êrişên hevdemî yên faşîzma dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar bikin çalakiyek li dar xistin.
Çalakî bi banga Komîteya Şehîd Sema pêk hat. Di çalakiyê de her wiha welatên rojavayî ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî êrişên dewleta Tirk hatin rexnekirin. Bang li saziyên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li ber komkujiyên dewleta Tirk rabin.
OREBRO
Kurdistanî li gel şoreşgerên ji Swêdê û welatên din, li navenda bajêr li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Bi navê rêxistinên Swêdî axaftinek hate kirin û hate gotin, armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku li Başûrê Kurdistanê û Rojava çeteyên DAÎŞ'ê ji nû ve xurt bike, lewma êrişê dibe ser Tevgera Azadiyê ya Kurd.
Her wiha bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li gel hêzên Kurd bisekinin ku tevkarî li ewlekariya Ewropayê kirine.
HELSÎNBORG
Çalakî saet di 18:00 de pêk hat û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. her wiha bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku helwestê li dijî operasyonên qirker ên Tirkiyeyê nîşan bide.
Di çalakiyê de dirûşma "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hate qîrîn.
MALMO
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Tarik Serhadî diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP û Ergenekon ji bo xeyalên Osmanî yên nû pêk bîne, DAÎŞ û El Qaîdeyê bi kar tîne û dixwaze herêmê bike dojeh.
Her wiha bêdengiya welatên herêmê û hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrişên Tirkiyeyê hate rexnekirin. Bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku heta dawî li êrişên dagirkeriyê bê anîn li kolanan bin.