Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Meclîsa NCKD, Meclîsa Jinan a Sara, KOM-MED’ê li Munîh a Elmanyayê hatin ba hev, êrîşên qirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Di axaftinên hatin kirin de bang li welatên Ewropayê kirin ku hevin hevkarên sûcên dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk.
KÎEL
Di çalakiya li Kîel a Elmanyayê hate kirin de jî bêdengiya PDK’ê hate şermezarkirin. Kurdistaniyan bal kişand ku bêdeniya DYE, Rûsya û dewletê cîhanê tê wateya hevkariya qetlîam.
PARÎS
Li ser banga CDK-F Kurdistanî li Qada Repûblîqûe hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê protesto kirin. Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa ‘Kujer Erdogan’, ‘TC a dagirker’ hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûr’ û ‘Bijî Berxwedana PKK’ê hatin qîrkirin. Piştî axaftinan jî çalakî bi dawî bû.
LONDON
Kurdên ku li pêşiya Parlementoya Brîtanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd hatin ba hev, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Dewleta Tirk a faşîst’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin. Li vir Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal axivî û daxwaz ji Îngîltere kir ku dawî li firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bîne.
BERN
Êrîşên dagirkeriyê li Bern a Swîsreyê jî hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan ên bi banga KCDK-E, TJK-E û TCŞ -JCA daketin qadan li pêşiya stasyona trenê ya navenda Bernê çalakiyek ya protestoyî pêk anî. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hate xwendin. Di daxuyaniya li ser navê NCKD hate dayîn hate gotin ku ew êrîşan qebûl nakin.
MARSÎLYA
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatin ba hev, êrîşên qirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de li ser navê NCKD a Fransa axaftin hate kirin. Belavokek Fransî jî di çalakiyê de hate xwendin.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse a Fransayê jî li Metroya Jean Jaûresê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.
LAVRÎO
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşek girseyî dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Di meşê de wêneyêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û alên PKK, KCK’ê jî hatin hildan. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana PKK’ê û ‘Bimre xiyanet’ hatin qîrkirin. Siyasetmedarê Kurd Bûrhan Karakoç ê li vir axivî diyar kir ku bi êrîşan dewleta Tirk hebûn û vîna gelê Kurd kiriye hede û got: “Çi dibe bila bibe, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê serî netewandiye, natewîne.