Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê li qadan in-NÛ BÛ

Bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a di serî de li Rojava, Başûrê Kurdsitan, Mexmûr, Şengal û qadên gerîla daketin qadan û çalakî kirin.

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk herikîn qadan. Şêniyan diyar kirin ku bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê îxanet e, dewleta Tirk a dagirker tolê ji gel û hêza ku DAÎŞ têk bir, radike.

QAMIŞLO

Bi sedan pêkhateyên bajarê Qamişlo îro li Çarxeriya rojhilatê bajarê kom bûn û êrîşên Tirkiyê yên dawîn ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û wargeha Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê pêk anîne, şermezar kirin.

Şêniyan pankartên bi nivîsên ‘Em êrîşên faşîsta Tirk ên li dijî gelê Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin’, ‘Ji dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê re na’, ‘Em xwediyê axê ne’ û ‘Erdogan dagirker e, divê bê darizandin’ hildan.

Di xwepêşandanê de tevahî pêkhateyên Qamişlo, Kurd, Ereb û Suryan, endamên Kongreya Star, partiyên siyasî, oldar, rewşenbîr û hunermend beşdar bûn.

Xwepêşdan ji çarxeriya rojhilat a bajêr de destpê kir, di xwepêşandanê de şêniyên diruşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurdistanê berzdan.

Xwepêşder li Çaxeriya Sonî ya li naverasta Qamişlo sekinîn. Piştre hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hemeleya xwe ya qirkirina gelê Kurd li pêş çavên tevahî cîhanê didomîne, dud jî êrişeke hovane li dijî hermên Başûrê Kurdistan, wargeha  Mexmûr û Şengalê pêk anî."

Ayşe Hiso axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagiker, Şengal a ku bê navber êrîşên qirkirin û planên Tirkiyê li ser tên kirin. Her wiha wargeha Mexmûrê ya ku berxwedaneke leheng li dijî êrîşên DAÎŞ’ê pêk aniye jî bombebaran kir. Ne ji berxwedana gelê li wargeha Mexmûrê bûya, dê çeteyên DAÎŞ’ê bajarê Hewlêrê dagir bikirana."

Ayşe Hiso piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê Kurdan hedef digire, heman demê de tevahî gelên ku xwe dispêrên fikra neteweya demokratîk û gelên li dijî zulm û destpotiyê radibin hedef digire û wiha axivî: "Divê tevahî gelê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk û hilweşandina tevahî planên wê yên dagirkeriyê biherikin qadan."

Ayşe Hiso bêdengiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hember van êrişan şermezar kir û bi xiyanetê wesifand û wiha anî ziman: "Dewleta Tirkiyê tolê ji gel û hêzên ku çeteyên DAIŞ’ê têk biriye radike, her kesê bê deng hevparê dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ye."

GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo daketin qada Şehîd Xebat, da ku li dijî bombebarankirina artêşa ya hovane li dijî  wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çiyayên Kurdistanê û Şengalê xwepêşandanekê lidar bixin.

Xwepêşandan ji qada Şehîd Xebat ve destpê kir, her wiha xwepêşandêran durişmên silavkirina berxwedana wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Şengalê berzdan, li aliyekî din jî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî wan herêman şermezar kirin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, al û sembolên Kurdî hildan û li tevahî kolanên sereke yên Girkê Legê gerîn.

Piştre vegerîn qada Şehîd Xebat û li wir xwepêşandan vegerî mîtîngê. Dûvre Hevserokê Meclîsa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker nikare vîna me bi çek û balefiran bişkîne, ji ber gelê Kurd li hember tu hêzê naşike, em xwediyên axê û heqê ne."

Cemîl wiha domand: "Gelê ku ji berxwedan û têkoşînê fikir û felsefe hilgirtiye tu carî gav bi paş ve navêje, bombembaran Tirkiyê ya li dijî Şengal û wargeha şehîd Rustem Cûdî hêzê gel û hêrsa wê li hemberî bilind dike."

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên  li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê, her wiha bombebarankirina nexweşxane û herêmên ewle bi xwepêşandanek ku ji pêş meclisa navçeyê ve dest pê kiriye, şermezar kirin.

Xwepêşandan li tevahî kolanên sereke gerî, her wiha xwepêşandêran pankartên bi nivîsên: ‘Na ji terora Erdogan re’, ‘Sûcên Erdogan bê hesab namînin’, ‘Na ji dagirkeriyê Tirkiyê, dizîn û wêrankirinê re’, ‘Êrîşên li dijî gelê li çiyayên Qendîl, Zînî Wertê êrişa li ser hemû gelan e’ û ‘Na ji Erdogan, Osmanî yê nû re" hildan.

Beşdaran alên QSD’ê, PYD’ê, Kongreya Star, wêneyên zarokan û qurbaniyên sûcên Erdogan li Efrînê hildan.

Şênî li qada Şehîdan a li naverasta bajêr sekinîn, piştre Hevserok Heyal Xiwêr axivî û wiha da zanîn: "Dewleta Tirk tevahî herêmên Rojhilata Navîn hedef digire, her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin, ev têra wê nekir, vegerî û ciwanên me kirin çete û şandin Lîbyayê."

Xiwêr diyar kir ku îro dewleta Tirk a dagirker başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê hedef digire, her wiha cihên giştî û nexweşxaneya Zeredeşt hedef digire, koçberên ji komkujiyên DAÎŞ’ê yên 2014’an revîne hedef digire û wiha got: "Dîrok xwe dubare dike, DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û sivîl, zarok û jin kuştin û revandin. Şênî koçber kirin, niha jî Erdogan êrişî Şengalê dike û dixwaze Osmaniya nû vegerîne.”

KOBANÊ

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran şêniyên herêma kantona Kobanê daketin qadan.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û endamên saziyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî û bi hezaran şêniyên kantona Kobanê beşdarî meşê bûn.

Xwepêşandêran pankartên li ser nivîsên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk hatibûn nivîsandin rakirin û ji qada Jina Azad ber bi çerxerêya Selam a nêzî deriyê sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye çûn.

Xwepêşandêran sloganên ‘Na ji êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê’ berz kirin û isbat kirin ku ew ê êrîşên dagirkeran xofê nexe dilê wan, berevajî vê yekê dê hêz û israra wan hîn zêdetir xurt bike.

Meş li çerxerêya Azadî veguherî mîtîngê û li wir endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê Ehmed Şêxo axivî û got: "Dewletên Ewropa, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan destên wan di êrîşên li dijî Kurdan û pêkhateyên herêmê de heye, anku ew hevkarên dewleta Tirk in."

Di encama êrîşên li dijî Şengalê de hejmarek sivîl birîndar bûn, li gel vê yekê balafirên dewleta Tirk tîmên hewl didan birîndaran xelas bikin, kirin armanc.

Her wiha ser navê tevgera jinan a herêma Firatê Felek Yusif axivî got: "Dîroka Tirkiyê tijî sûc in, di sal 1915`an wekî îro Osmaniyan li ser gelên Ermen û Sûryaniyan komkujî pêk anîn." 

HELEB 

Li bajarê Helebê jî şênî û endamên Kongerya Star li taxên Şêxmeqsûdê daketin qadan û êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Şengalê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê pankartên bi nivîsên ‘Destwerdana vîna me neke’, ‘Na ji dagirkerî û qirkirinê re’ rakirin û sloganên ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyê re’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê û Mexmûrê’ berz kirin.  Xwepêşandêr li kolanên taxa Şêx Meqsûdê meşiyan û ber bi qada Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxê ve çûn.

Meş li qada şehîd Destîna veguherî mîtîngê û li wir hevserokê Mala Êzidiyan Suad Hiso axivî û êrîşên li dijî herêmên Parastina Medya,  Mexmûrê û Şenglê şermezar kir.  

Sûad Hiso da zanîn ku ew ê êrîşên dewleta Tirk vîna gelên Kurd û gelên Kurdistanê neşikîne, dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ`ê heman rû ne tu cudabûna wan tune ye. Sûad amaje pê kir ku çeteyên DAIŞ`ê dema êrişî Şengalê Kirin bi perspektîfên dewleta Tirk êriş kir, bi sedan jin revandin û bi sedan mêr û pîremêrên Êzidî qetil kirin.

Suad Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide li dijî gelên Kurd ên êzidî yên li Şengalê komkujiyan pêk bîne, lewma êrişî sivîlên li gundan, kampan, kampa Mexmûr û Şengalê dike.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Nehla Mistefa axivî û diyar kir ku dîroka dewleta Tirk mijşt komkujî ye, beriya niha dewleta Tirk li dijî gelên Asûr, Kurd û Ereb komkujî pêk anîye. Di heman demê li dijî jinên li Efrînê û Serêkaniyê jî siysetên revandin, qetilkirin pêk anî, ev jî ji bo civaka navdewletî şermek e.

HESEKÊ

Li dijî êrîşên dewleta  Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medyayê Rêveberiya Kampa Waşûkanî bi hevkariya Kongerya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Hesekê meşek li kampê lidar xistin.

Meş ji pêşiya Meclisa Rêveberiya Kampa Waşûkanî ber bi deriyê sereke yê têketina kampê ve destpê kir. Di meşê de wêneyên şehîd Qasim Engîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarên "Tolhildan sonda me ye" hatin hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê, piştgiriya Mexmûr û Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Xwepêşanderan li deriyê têketina kampê deqeyeke rêz girtin. Piştre endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Sebah El-Bekir û bi navê Tevgera Ciwanên Şoşreger Salar Hesekê axivîn.

Di axaftinan de êrişên deweleta Tirk hatin şmerzarkirin û hate gotin ku ev êrîş îradeya gelê berxwedan û azadîxwaz lawaz nake.

Her wiha hate diyarkirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hemberî êrîşên Tirkiyê ya dagirker bêdeng nemînin û wê çalakiyê xwe dewam bikin.

Bi heman armancê Meclîsa Kantona Girê Spî  li kampa koçberên Girê Spî daxuxyaniyeke parve kir.

Di dema xwendina daxuyaniyê de endamên komîteyên meclîsên navçeya Eyn Îsa û Kantona Girê Spî amade bûn.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend.

Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bêyî cudabûn hemû gelên ku bi azadî û aştî dijîn dike hedef û hincetan diafirîne da ku sûcên xwe pêk bîne. Mehemûd destnîşan kir herêmên Sûriyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi bihaneyên derew hatin dagigkirin.

Mehmûd bal kişand ku êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medayayê di heman dîroka salvegera qikirina Sêfo ya li dijî Asuriyan a sala 1915‘an û got: "Yên têne hedefkirin gelên ku xak û çanda xwe ya kevnar diparsin yên ku tu carî êrişên dewletên derdorê nekirine."

Mehmûd li ser navê şêniyên Kantona Girê Spî piştgiriya xwe bi gelê Mexmûr û Şengalê re anî ziman û diyar kir ku li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker ew ê bêdeng nemînin.

DÊRIK

Meş ji qada Azadî destpê kir. Meşvanan bi wêneyên şehîdan û al û semolên Kurdî di nava kolanên bajêr de geriyan û ber bi qada Şehîdan ve bi rê ketin. Di wê navberê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal û Mexmûrê hatin qîrkirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ji sûcên faşîzma dweleta Tirk ên li dijî gelê Kurd re na" û "Em êrîşên faşîzma Tirk ên li ser gelê me yên Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şeremzar dikin" hatin vekirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Dêrikê Sahib Osman axivî û anî ziman ku êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal û wargeha Şehîd Rustem Cûdî berdewama siyaseta Tirkiyê ya qirkirina gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ye.

Osman got: " Sûcên Tirkiyê wê îradeya me naşkîne û girêdana me ya bi daxwaz û mafên me yê rewa xurtir dike."

Sahib Osman bang li hêzên Kurdistanî û gelê Kurd ên hudir û derveyê welat kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin û serhildanan li dar bixin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.