Li dijî êrîşên dewleta Tirk Şengalî meşiyan

Bi sedan welatiyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Şengaliyan bang li hikûmeta Iraqê kirin ku helwesta xwe li ser van êrîşan zelal bike.

Welatiyên Şengalê, nûnerên sazî û rêxistinan, serokeşîr û kesayetên Êzidiyan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan û êrîş bi tundî protesto kirin.

Li ser navê girseya destpêkê li ber avahiya bajarokê Sinûnê kom bû daxuyanî hat dayîn û axaftin hatin kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk û hevalbendên wê bi êrîşan negihiştine armanca xwe û got: “Çiqasî bi awayekî hovana duh êrîşî ser Şengalê kirin û nirxên civaka Êzidî kirin hedef jî, teviya hevalên me yên YBŞ’ê zarokên Êzidxanê bi silametin. 4 Hevalên me yên YBŞ’ê bi sivikî birîndar bûne û rewşa wan baş e.”

Her wiha Rêvebera Nehiyeya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku dewleta Tirk cihên niştecihbûnê û nêzî kampa koçberan a li çiyayê Şengalê kirine hedef.

Xwedêda Çûkê wiha domand: “Gelê Êzidî ji bo xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê biparêze xwe spartiye çiyayê Şengalê. Lê ev bû caran duyem rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku welatiyên xwe ji van êrîşan biparêze.”

Piştî axaftinan girseya gel bi alên YBŞ û YJŞ’ê ber bi avahiya Hêzên Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ve bi dirûşmên, “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” meşiyan.

Welatiyan nerazîbûna xwe gihandin rayedarên hêzên Iraqê. Berpirsên li wir jî weke her car gotin: “Em ê xwestekên we bigihînin jorê ti tişt ji destê me nayê.”

Çalakiya gel bi qasî 2 saetan dewam kir.