Kurdên ku li Ewropa daketin qadan dewleta Tirk protesto kirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, bajarê Toûloûse ya Franda, paytexta Belçîka Brûksel, bajarê Borlange ê Swêd û bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) û Şengalê li Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsîkiyê bi çalakiya li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî hate kirin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê protesto kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku ya DAÎŞ’ê nekarî bike Erdogan dixwaze bi ser bixe.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê çalakiyek li pêşiya Walîtiyê hate kirin û êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Li ser êrîşê rayedar hatin agahdarkirin.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê jî bi pêşenttiya TJK-E’yê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên TJK-E û YPJ’ê hatin hildan û pankarta bi nivîsa ‘Belçîka wê heta kengê li hember Tirkiyeyê bêdeng bimîne’ hate vekirin.

BORLANGE

Li bajarê Borlange ê Swêdê Kurdistaniyên li Sveatogetê hatin ba hev dewleta Tirk protesto kirin. Kurdistaniyan banga çalakiyan kir. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan, Ji Kurdistanê Bi Cenehime’ û ‘Kujer dewlet’ qîr kirin.

DORTMÛND

Çalakiya li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê ku nêzî 150 kes tevlî bû, bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer Erdogan, Ji Kurdistanê Bi Cehenime’ hatin qîrkirin.