Mûsa Anter hate bîranîn: Êşa me jî hêrsa me jî dewam dike

Di çalakiya bîranîna Mûsa Anter de hate gotin, "Êşa me jî hêrsa me jî hîn dewam dike. Rojnamevanên Kurd bi dewamî rastiyan dinivîsînin."

Rojnamevan û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20’ê îlona 1992’yan de li Kolana Hejmar 442 ya Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Bi boneya salvegera 32’yemîn a qetilkirina Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li cihê lê hatibû qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel kurê Anter, Dîcle Anter gelek rojnamevan û siyasetmedar jî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa hatin hilgirtin.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû di bîranînê de axivî û got ku li pişt JÎTEM’ê ya ku Apê Mûsa qetilkirî hêzên siyasî hebûn. Muftuoglû, wiha domand: “Faîl nehatin cezakirin. Kujer, ji hêla kesên îro li îktîdarê ve hatin parastin. Îktîdara îro jî bû şirîkê vê komkujiyê û sûcdar parast. Li vê erdnîgariyê komkujî tên kirin û rastiyeke heye ku li kurdan qirkirin tê ferzkirin. Ji bo haya cîhanê ji vê rastiyê nebe, Apê Mûsa hate qetilkirin. Piştre jî bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin, hatin girtin û rojname hatin bombekirin. Îro jî bi qetilkirina Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û hwd. didomînin. Rojnamevanên kurd jî van rastiyan, rastiya gel dinivîsin û dê binivîsin. Em ji bo dinya hay ji van rastiyan hebe têdikoşin. Peyrewên Apê Mûsa ev têkoşîn domand. Çapemeniya Azad serî netewand û dê netewîne.”

Dîcle Anter jî anî ziman ku bavê wî bi awayeke plankirî hatiye qetilkirin û komkujî weke “Derbeyeke mezin a li dijî rojnamevanên kurd” nirxand. Anter, wiha domand: “Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê bû. Kesên bi feraseta çetetiyê tevdigerin, sazî bi serî xwe tevnegeriyan, ev cînayet li Enqereyê hatibû plankirin. Li dijî vê derbeya mezin a li dijî çapemeniya kurd, generalên Mûsa Anter serî li ber her cureyên zorê rakirin, bi fedekarî û cisareteke mezin meşa xwe domandin.”

Rojnamevan Huseyîn Aykol jî wiha got: “Em dizanin bê ka kê ew kuştine. Êş û hêrsa me hêj mîna roja ewil e. Me ev yek bi derxistina rojname, televîzyon û ajansan nîşan da. Me pênûsa te li erdê nehişt û dê nehêlin.” Aykol, her wiha rojnamevan Gulistan Tara û Hero Bahaddîn ên di 23’yê tebaxê de li Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin jî bi bîr anî.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî wiha got: “Serê heval û peyrewên Apê Mûsa sax be. Faîlên wî diyar in lê pergal wan diparêze. Ji ber ku wan diparêze, em ê her sal li vir bi bîr bînin. Peyrewên wî nasekinin.”

Beşdar, piştre jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya azad bêdeng namîne” heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê, beşdaran qurnefîl danîn ber wêneyên Apê Mûsa.