Bû parçeyek ji berxwedana Zapê ya destanî

Gerîla Fûat Apocî ku beşdarî gelek çalakiyan bû û li Zapê bû parçeyek ji berxwedana destanî, bi têkoşîn û sekna xwe ya fedakar ji ciwanên Kurd bi taybetî jî ciwanên Rojhilat re bû mînak.

FÛAT APOCÎ

Malbat kengî dibînin ku zarokên wan serketî ne? Kengî bi wan serbilind dibe? Gelo dilê dayikekê çiqasî mezin û xurt e ku ewladê xwe beriya xwe vedişêre? Bêguman ev dayikên Kurd ên esîl û welatparêz in. Ewladê yek ji dayikên bi vî rengî esîl û welatparêz Moxtar Konepoşî (Fûat Apocî) di şoreşa Kurdistanê de da ser şopa 2 xwişk-birayên xwe yên şehîd ketin.

Moxtar Konepoşî sala 1990'î li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdistanê ji dayik bû. Ferdên malbatê her demê tevlî nava karên şoreşa Kurdistanê bûn û hewl dan wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi rengê herî serketî bi cih bînin.

Moxtar Konepoşî hîn biçûk bû şehadeta kekê xwe bihîst. Vê  yekê şopek li dilê wî hiştibû. Lê belê dayika wî dema ku qala armancên şervanên Kurdistanê dikir, Moxtar jî mîna ku li çîrokeke lehengiyê guhdarî bike jê bi bandor dibû. Ji ber ku Tevgera Apoyî li Rojhilat her roj hîn bêhtir girseyî bû, malbata Moxtar Konepoşî jî PKK nas kir. Kekê Moxtar Ferhad Pepûle di şerê dijî hêzên Îranê de şehîd bû. Piştî şehadeta kekê wî kete nava lêgerîna wê yekê ku hêjayî kekê xwe be.

Ji xwe re weke wezîfeyekê dît ku têkoşînê temam bike. Piştî ku pismamê wî tevlî nava refên gerîla bû, êdî zanîbû ku divê ew jî mîna wan bibe Egîdekî Kurdistanê. Moxtar ku ji zarokatiyê ve Tevgera Azadiyê nas dikir, çend salan bênavber tevlî karên mîlîsiyê bû. Lê belê piştî demekê gihîşt wê baweriyê ku divê çeka kekê xwe rake. Ji ber vê jî di sala 2015'an de ku êrîşên giran li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dihate kirin, ji bo bersivê bide polîtîkayên qirkirinê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû navê Fûat Apocî li xwe kir.

BÛ PARÇEYEK JI BERXWEDANA DESTANÎ

Gerîla Fûat bi perwerdeya wergirtî di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, kesayetiya xwe li gorî vê felsefeyê ava kir û ji xwe re kir esas ku ji bo azadiya gelên bindest hemûyan têbikoşe. Gerîla Fûat bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla fêhm kir ku ev jiyan bi saya fikrên Rêber Apo hatiye avakirin. Hevalê Fûat ji bo karibe di şerê li dijî dijmin de serketî be û di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe bike pispor, xwe perwerde kir. Gerîla Fûat êdî ji çûyîna li qada şer re amade bû.

Dema ku qala hevrêtî, fedakarî û wêrekiyê dihate kirin, gerîla Fûat yek ji wan gerîlayan bû ku yekser dihate bîra hevrêyên wî. Di nava şert û mercên herî giran de bû çeper, av, pariyê nanê xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Careke din nîşan da ku têkiliyên hevrêtiyê yên li nava jiyana PKK'ê çiqasî kûr û rasteqîn e. Fûat Apocî li gelek herêmên cuda yên Kurdistanê gerîlatî kir, di her karî de wezîfeya xwe bi cih anî. Gerîla Fûat bi ked û fedakariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak, zanîbû ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi armanca qirkirinê ne. Piştî ku êrîşên dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kirin, ji bo bibe parçeyek ji berxwedana destanî kete nava liv û tevgerê.

Gerîla Fûat bi biryardariyeke mezin tevlî çeperên berxwedanê yên li dijî dijmin bû, têkildarî armanca xwe gotibû, "Armanca min serketin e, ji bilî serketinê min ti carî tiştekî din dananî pêşiya xwe. Serketin jî bi azadiya Rêberê me û gelê me, bi tinekirina dijmin û xayinan dibe."

Gerîla Fûat ku hem ji aliyê îdeolojîk, hem jî ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbe, sala 2021'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi wêrekî sekinî û derbên giran li dijmin xist. Gerîla Fûat tevlî çalakiya Girê Cehennem ê li eniya Zapê bû ku derbên giran li artêşa Tirk hate xistin û xwe berda heta nava konên leşkerên dijmin. Gerîla Fûat ku di gelek çalakiyan de berxwedaneke dîrokî nîşan da 11'ê Hezîrana 2022'an dema ku li ser erka xwe bû di êrîşeke dijminê qirker û dagirker de şehîd bû. Gerîla Fûat Apocî bi sekna xwe ya fedakar bû yek ji mînakên milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û berxwedana xwe bû mînak ji ciwanên Kurd bi taybetî jî ji ciwanên Rojhilat re.