BI DÎMEN

Li Rizgariyê panela metirsiyên madeyên hişberiyê hat lidarxistin

Li bajarokê Rizgariyê bi navê “Hişyarkirina Ciwanan li ser Metirsiyên Madeyên Hişber” panêlek hat lidarxistin.

Li bajarokê Rizgariyê, ku ser bi bajarê Kelarê ye, saziya Şoxê bi hevkariya Koma Jîngehparêzên Rizgariyê bi rojnameger Dilşad Enwer û dadger Burhan Ehmed re panêlek li dar xist. Der barê panêlê de Burhan Ehmed axivî û got: “Niha madeyên hişber bûne pirsgirêk û malbat ji ber wan zehmetiyê dikişînin. Niha amar dibêjin ku rêjeya bikaranîna madeyên hişber zêde dibe. Sedem gelek in, yek ji sedeman bêkariya ciwanan e. Gelek caran dema ku kesek bêkar dibe, ji bo bêtaqetiya xwe wek cixareyê dikişîne.”

‘MADEYÊN HIŞBIR JI KORONA Û TERORÊ XETERNAKTIR IN’ 

Burhan Ehmed anî ziman ku çawa ku di serdema Koronayê de li çareseriyê digeriyan, niha jî divê çareserî ji bo madeyên hişber bê dîtin û wiha pê de çû: “Ji ber ku di rastiyê de madeyên hişber ji Korona û terorê jî xeternaktir in. Ciwan dînamoya civakê ne, dema ku ciwan bibin mibtelayê madeyên hişber, wê demê ew civak dibe civakeke mirî, tiştek li ser wê nayê avakirin.”

*DIVÊ LI SER SÎNORAN Û LI EREBEYÊN BARHILGIRT KONTROLEKE TUND BÊ KIRIN’

Burhan Ehmed diyar kir ku dadgeh bi tenê nikare li hember madeyên hişber bisekine, tiştê ku dadgeh dike cezakirina bikarhêner û firoşyaran e û wiha domand: “Dadgeh nikare li xalên sînorî kontrolê çêke. Kesên ku bikarhêner yan jî firoşyarên madeyên hişber in, dadgeh bi wan re têkildar dibe. Gelo hemû tên darizandin? Dibe ku ew rêjeya ku tê dadgehê ji %5î jî kêmtir be. Divê bi rastî hevahengî hebe da ku anîna madeyên hişber bê astengkirin, bi taybetî li sînoran ew barhilgirên ku tên, divê bi hûrgilî bên kontrolkirin.”

‘800 KES JI BER MADEYÊN HIŞBIR HATINE GIRTIN’

Rojnamevan Dilşad Enwer da zanîn ku amarên girtinê nîşan didin ku rêjeya bikaranîna madeyên hişber zêde dibe, ev jî cihê metirsiyeke mezin e û got: “Mijara madeyên hişber bûye yek ji mijarên germ ku her tim behsa wê tê kirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê bûye rêya veguhastina madeyên hişber ji welatên Îran, Efxanistan û Pakistanê ber bi Ewropayê ve. Amarên girtinê yên li ser madeyên hişber nîşan didin ku 800 kes hatine girtin, ev hemû nîşaneyên metirsîdar in.”

‘DIVÊ HEWLDANÊN HIKÛMETÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ MADEYÊN HIŞBIR ZÊDETIR BIKE’

Dilşad Enwer di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku komîteya têkoşîna li dijî madeyên hişber hatiye avakirin lê wek pêwîst kar nake û got: “Dezgehên ewlekariyê hewldanên xwe zêdetir kirine ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişber. Girtina bazirganên madeyên hişber nîşan dide ku hewldanên cidî hene, lê ev bes nîne û lewma divê hewldanên hikûmetê zêdetir bibin.”