Dewleta Tirk bombe li gundên Bradost û Qendîlê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên herêma Bradostê û Binarê Qendîlê yên Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spart çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk herêma Bradostê ya Hewlêrê bi balafirên şer û obusan bombe kir.

Hate ragihandin ku bombardûmanê xisar li zeviyên çandiniyê û xwezaya li herêmê kiriye.

Nehate zanîn bê ji ber bombardûmanê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Serê sibehê jî Hevşaredara Binarê Qendîlê Serwîn Celal ragihandibû ku dewleta Tirk bombe li gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeştê barandiye.

Hevşaredar diyar kiribû ku ji ber bombardûmanê zerar li derdorê bûye.