Gerîlayê HPG'ê yê li Licê şehîd bû li Sêrtê hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Botan Osyan (Fehmî Başkûrt) ê li navçeya Licê y Amedê di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Sêrtê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Fehmî Başkurt (Botan) di 16’ê Îlonê di şerê li gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê şehîd bû.

Malbatê, cenazeyê Başkurt ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê wergirt û bi girseyî bi rê ketin. 

Di derketina navçeya Farqînê ya Amedê de konvoy hate sekinandin.

Polîsan destûr dan ku tenê wesayîta cenazeyê derbas bibe û wesayîtên din hatin astengkirin. 
 
Malbatê, canezeyê Başkurt anî gundê Serxanis ê navçeya Berwarî ya Sêrtê.

Cenazeyê Başkurt, piştî wecîbeyên olî li rex gora bavê wî hate definkirin.