BI DÎMEN

'Jin dikarin bibin bersiva krîza heyî'

Di komxebata li Şengalê de rola jinan a ji bo çareseriya krîzên herêmî hate nirxandin û hate destnîşankirin ku eger jin hêza xwe bike yek û yekîtiya xwe xurt bike wê karibin azadiya Rêberê xwe jî misoger bikin.

Komxebata 'Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan' a li Şengalê ku 60 siyasetmedar û kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen tevlî bûne, bi nîqaşan dewam dike.

Di çarçoveya komxebatê de Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî semînerek li ser rola jinê ya di çareserkirina krîzên heyî de lidar xist û got, "Li seranserê Rojhilata Navîn krîz û kaosek heye. Dixwazin vê yekê bi serê jinê safî bikin û jinê bifetisînin. Bi fikir û paradîgmaya Rêber Apo rol û mîsyonek kete destê jinê û jin bi rola pêşengiyê rabûn. Rêber Apo rê li ber jiNê vekir ku karibe azad bibe û azad bijî."

Ferîde Şengalî anî ziman ku jin li cîhanê weke dara şikestî dihate dîtin, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn jin a Êzidî para xwe ji vê yekê digirt û diyar kir ku mînaka vê jî komkujiya sala 2014'an bû.

Ferîde Şengalî destnîşan kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişt ku jin a ku kole û ne tiştek dihate dîtin şoreşê pêk bîne û got, "Li hemberî hêza ku bûbû belayê serê mirovahiyê şer kirin. Mînaka vê jî li Rojavayê Kurdistanê ye ku şoreşa li wê derê weke şoreşa jinê hatiye pênasekirin. Her wiha em qala Şengalê jî bikin, di sala 2014'an de çawa ku jin a Êzidî ji destê DAÎŞ'ê her cûre êşkence dîtin, di roja me ya îro de bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde, zane û bi hêz kirine. Ji Şengalê heta bi Reqayê ket pey hilanîna tola xwe û ji DAÎŞ'ê tola xwe hilanî. Îro xwedî tevgerên dîplomasiyê ne û dikarin li ber xwe bidin."

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî herî dawî diyar kir ku jin li tevahiya cîhanê bi navê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bûne yek û got, "Dem hatiye ku jin ji her demê bêhtir yekîtiya xwe û hêza xwe xurt bikin. Eger em hêza xwe bikin yek, em ê karibin mîmarê azadiyê Rêber Apo rizgar bikin."

Komxebat wê bi encamnameyê bi dawî bibe.