BI DÎMEN

‘Li gorî dînê Îslamê axa me ji wan re heram e’

Mamosteyê dînî Mujde anî ziman ku Tirkiye bûye sedema valakirina gelek gundên sînorî û wisa kiriye ku azan di mizgeftên wan de neyê xwendin, ku ev di dînê Îslamê de jî û di qanûnên cîhanî de jî binpêkirin e.

MAMOSTEYÊ DÎNÎ MUJDE

Li hember dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst her ku diçe bertek zêdetir dibin. Mamosteyê dînî Mujde bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û got: “Em wek mamosteyên dînî van êrîşên li hember axa xwe bi tundî şermezar dikin. Çawa ku pêxemberê me (silavên Xwedê lê bin) di axaftina xwe ya xatirxwestinê de ji me re got ku ax û şeref û xwîna we li we heram e, bi heman awayî ax û welatê me jî ji Tirkiye û her welatekî din re ku bixwaze sînoran derbas bike heram e û nayê qebûlkirin.”

Mamoste Mujde anî ziman ku çawa ku li hember her gelekî din, her tiştê ku were kirin, hemû dinya bertekê nîşan dide, em Kurd jî her tim li hember zilm û zordariya her devereke din bertekê nîşan didin, lê li hember vê yekê em bêhelwestî û bêdengiyeke ecêb ji welat û rêxistinên navneteweyî dibînin. Mamoste Mude diyar kir ku Tirkiye bûye sedema valakirina gelek gundên sînorî û wisa kiriye ku azan di mizgeftên wan de neyê xwendin, ku ev di dînê Îslamê de jî û di qanûnên cîhanî de jî binpêkirin e. Mamoste Mujde got ku pêwîst e hemû welat li dijî vê binpêkirina dewleta Tirk a li hember axa gelê Kurd bertekan nîşan bidin.

Mamoste Mujde diyar kir ku erka hemû aliyên siyasî û gel e ku li dijî vê dagirkeriyê bisekinin û helwestê nîşan bidin û got: “Peyama min ji bo hemû aliyan ev e, vê dagirkeriya li ser ax û şerefa xwe qebûl nekin û bila her kes bêyî cudahiya reng û fikrî li dijî vê dagirkeriya Tirkiyeyê bisekine.”