Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin

Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî ku di çarçoveya operasyonên qirkirinê yên li dijî saziyên ziman de hat binçavkirin, hat girtin.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN LI SER SAZIYÊN ZIMAN

Li Amedê roja 24’ê Îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê Kurdî hatin binçavkirin. Her 30 kesên hatin binçavkirin, ji ber beyanên îtirafkar Umît Akbiyik û 2 şahidên veşarî yên li ser bi sedan kesî îfade dane hatin binçavkirin.

Ji kesên hatin binçavkirin 28 kes serbest hatin berdan. Mamosteyê Kurdî û Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Dîlan Guvenç a bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin jî bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.