BI DÎMEN

NPG: Fermandarê fedaî Karker Tolhildan cihê xwe di dilê gelê me de girtiye

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, “Fermandarê fedaî yê Apoyî Karker Tolhildan ku gotin û cewhera wî yeke, bi sekn, mêrxasî û egîdiya xwe cihê xwe di dilê hemû şervan û gelê me yê Efrînê de girtiye.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, "Hêzên Rizgariya Efrînê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevrê Karker Tolhildan ku yek ji fermandarên avakirina Hêzên Rizgariya Efrînê ye di 10'ê Hezîrana 2023'yan de gihîşt şehadetê.

Di serî de ji malbata hêja ya hevrê Karker Tolhildan, Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê, şervanên wî yên mêrxas, gelê me yê Efrînê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de ev tişt hatin gotin:

“Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de, qala tevkariyên hevrê Karker ji bo gelê Efrîn û berxwedana wê hat kirin. Hevrê Karker tevî çûna wî ya li Efrînê û têkoşîna wî ya 10 salan jî, beriya wê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jî weke gerîlayekî azadiyê yê fedaî û fermandarê Hêzên Taybet, bû xwedî ked û têkoşîneke mezin. Hevrê Karker Tolhildan bi egîdiya xwe ya di têkoşîna beriya Efrînê de û di têkoşîna Efrînê de raber kirî, bûye lehengê fedaî û egîdê tevahiya gelê Kurd û têkoşîna demokratîk a neteweyî ya Kurdistanê.

Fermandarê fedaî û egîd hevrê Karker Tolhildan, ji ber tevkariyên xwe yên mezin ên li têkoşîna demokratîk a neteweyî ya gelê me, têkoşîna wî ya fedaî û sekna xwe ya qehremanî wê ti carî neyê jibîrkirin. Fermandarê fedaî Karker Tolhildan wê ji aliyê gelê me yê welatparêz bi taybetî Efrîn û hemû ciwanên Kurd ve mînak were girtin û bîranîna wî wê li Efrîna azad û Kurdistana azad her tim zindî bimîne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Karker Tolhildan bi vî rengî ne.

Nasnav: Karker Tolhildan

Nav û paşnav: Ridvan Ulugana

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik û bav: Saîde-Kiyasettîn

Dem û cihê şehadetê: 10 Hezîran 2023/ Efrîn

Eşîra Bekîran ku yek ji eşîrên herêma Serhedê yên herî bi kok e, ji bo parastina hebûna xwe her tim di nava berxwedanê de bû. Ji bo parastina çanda xwe û erdnîgariya lê dijîn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Serhedê ji Împaratoriya Osmanî heta çartiya Rûsyayê bênavber li ber xwe dan. Dîsa li dijî dagirkeriya Rûsyayê ya ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li herêma Serhedê pêş ket û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me yê Ermenî ev kevneşopiya berxwedanê domandin. Bi taybetî ji ber têkiliya wan a nêz a bi gelê Ermenî re, gelek malbatên Ermenî ji êrîşên qirkirinê parastin û rizgarkirin. Dewleta Tirk piştî avakirina komarê, li dijî gelê Kurd siyaseta înkarê xist dewrê û xwest serhildanên gel bi komkujiyan bitepisîne. Li dijî rejîma qirker eşîreta Bekîran jî di salên 1927-1930’an de bi awayekî çalak beşdarî Berxwedana Agiriyê bûne. Di pêvajoya berxwedanê de pêşengî ji berxwedanê re kir û derbên giran li dewleta Tirk xist, gelek şehîd da û berdêlên mezin da. Di sala 1930’an de di dema dewleta Tirk Erdîşê dorpêç kiribû de, Usifê Marûf û Zîlanan heta zivistana 1932’yan li çiyayên Zîlanê li ber xwe dane û li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk serî netewandin, mêrxasiyeke mezin raber kirine.

Di vê pêvajoyê de Ûsivê Marûf balafirek bombeavêj yê aîdê dewleta Tirk xist xwarê û di dîroka Kurdistanê de weke yekem leheng derbas dibe. Li dijî berxwedana Zîlanan, dewleta Tirk a qirker hê bêhtir har dibe û di êrîşa li dijî Geliyê Zîlan de navdarên eşîrê di serî de Elî Beg, Welî Beg û Usifê Marûf, bi hezaran endamê eşîrê qetil dike. Her wiha hin endamên eşîrê li Edeneyê bêyî darizandin bê kirin, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Piştî berxwedana li Geliyê Zîlan û komkujiyên piştî wê, beşeke girîng a eşîrê ji warên wê hat derxistin û hemû mal û milkên wan hatin desteserkirin û sirgûnî herêmên cuda yên Tirkiyeyê yên weke Aydin, Denîzlî û Tekirdagê hatin kirin. Piştre jî daxwaza malbatên sirgûnkirî yên ku dixwestin vegerin Kurdistanê û warê xwe Geliyê Zîlan, ji aliyê dijmin ve hat redkirin û bi qanûna îskanê ya mecbûrî hewl dan ku ji Kurdistanê qut bikin. Ev malbata berxwedêr û xwedî kok li gundê Axçira yê navçeya Adilcewaz a Bedlîsê bi cih bûne û îro jî li wir dijîn û bi dehan şoreşger lê derketine. Malbaata me ya qedirbilind ku ji eşîra Bekiran e, her tim bîranînên xwe zindî hiştine û di zanabûna rastiya dijmin de jiyaye. Komkujî û sirgûnên hatine jiyîn û êşên ku di sirgûniyê de jiyane, kirine wesîleya berxwedaneke nû û ji nifşekî derbasî nifşekî din kirine.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê bi pêş ket, ji bo gelê me yê ku di pençên qirkirinê de derbas dibin weke xilasî bû. Bi têkoşîna fedaî ya partiya me û şehîdên me yên pêşeng re, gelê me axa mirî li ser xwe avêt û tama azadiyê kir. Milîtanên Apoyî ku derwêşên modern in, li Kurdistanê li her qada ku diçûnê bandor li gel dikirin, radikirin ser piyan û tirsa di mejiyê wan de yek bi yek tine kirin. Piştî yekîneyên me yê gerîla ji Botanê belavî qadên Amed, Garzan, Dersim û Serhedê bûn, gelê me rabû ser piyan û berxwedanê silav kirin. Ciwan û jinên ku dilê wan ji bo azadiyê tî bû, berê xwe dan nava refên gerîla û hêviyên gelê me yên azadiyê mezin kirin. Di salên 1990'î de mîna li tevahiya Bakurê Kurdistanê gelê me yê Serhedê jî gerîla ji nêz ve dît û dest bi naskirina milîtanên Apoyî kir. Gelê me yê ku serketinê di çavên van milîtanan de dît, tevî hemû zext, komkujî û êşkenceya dijmin jî dilê xwe ji gerîla re vekir. Bi tevlîkirina ewladên xwe yên herî bi qîmet ji bo refên azadiyê, hiştin ku têkoşîna me hîn xurtir bibe.

Malbatên eşîra Bekiran a Axçîra di destpêka salên 1990’î de têkoşîna me nas dikin, ji têkoşîna fedaî û profesyonel a gerîla ku ji berxwedana berê ya klasîk a Kurd ders derxistiye û bêyî li benda berdêlek be bi awayekî fedaî şer dikin, bandor bû. Ji bo vê jî bi her awayî bawerî bi gerîla û Rêber Apo anîn û cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Li ser vê bingehê, rê li ber tevlîbûna ewladên xwe yê herî bi qîmet ji refên gerîla re vekirin û ji bo azadiya gelê me bêteredût berdêl nedan. Hevrêyê me yê destpêkê yê ji eşîra Bekîran tevlî nava refên gerîla bû Ferat - Vahdettîn Balikçi bû. Şehadeta hevrêyê me Ferat di sala 1997'an de rê li ber tevlîbûnên nû vekir û bi demê re li gundê Axçira tevlîbûn li nava refên gerîla bû kevneşopiyek.Di sala 1997'an de hevrêyên me Karker Adilcevaz - Erkîn Balikçi, di sala 2002'yan de Sîpan - Sundulah Kesercî û Şervan - Mûrat Kesercî tevlî nava refên gerîla bûn. Şehadeta van hevrêyên me ku tevlî nava refên gerîla bûn û têkoşîneke bêdudilî meşandin, di dîrokên cuda de jî rê li ber tevlîbûnên nû vekirin. Piştre hevrêyên me Şehîd Rûbar - Ergul Toro, Şehîd Amed - Sedat Beyaz, Şehîd Dîren – Mahpus Kesercî, Şehîd Şervan – Erol Toro, Şehîd Merwan Pîro – Taner Kesercî, Şehîd Sîpan Holo – Fehmî Kesercî, Şehîd Şervan – Huseyîn Kesercî, Şehîd Rûbar Şervan – Servet Toro, Şehîd Ronahî – Şukran Bakan di dîrokên cuda de bi tevlîbûna nav refên gerîla û bi mêrxasî gihîştina şehadetê, bûn xemîreya Şoreşa Kurdistanê.

Hevrê Karker ku di nava malbateke xwedî kevneşopiyeke ewçend kûr a welatparêziyê de ji dayik bû, li gorî kevneşopiya dîrokî a gelê Kurd û li ser esasê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me ku li hawirdoreke gund a xwezayî mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve di nava xwezayê de mezin bû. Ji aliyek sewalan diçêrand, ji aliyê din hewaya bi heybet a Kurdistanê kişand nava hinavê xwe û li aliyê din tîbûna xwe bi vexwarina ava kaniyên sar derbas kir. Di heman demê de ji bo hevalên xwe karîbû bibe hevalekî baş ê lîstikê. Ji temenekî biçûk ve li dijî neheqiyê derket û taybetmendiya xwe ya kesayetî nîşan da. Her çiqas carinan bi sekna xwe ya serhildêr hiştibe di hawîrdor de fikar çêbibe jî, piştre ev taybetmendî ji xwe re kiriye bingeha derketinên mezin. Hevrêyê me ku yekser pirsgirêkên debarê yên malbata xwe hîs kir, karîbû tevahiya jiyana xwe li gorî vê yekê bidomîne. Bi vê taybetmendiya xwe ji hemû xweşik/bira û hevalên xwe re bû mînak. Li gel ku dizane dibistanên ku lê dixwend li dijî gelê me, qirkirinê pêş dixin jî lê dîsa her tim dixwest bibe şagirtê herî serketî. Hevrêyê me yê ku hişmendiya welatparêziyê ya resen ya ji malbata xwe digire jî di salên lîseyê de kûrtir dike, bi taybetî jî li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî gelê me hêrseke mezin li cem peyda dibe. Şehadeta hevrêyê me Karker (Erkîn Balikçi) ya di sala 2006’an de bandoreke mezin li hevrêyê me dike. Her wiha dîsa jehrandina Rêbertiya me ya sîstematîk ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êdî ji bo hevrêyê me Karker dibe xala dawîn. Hem şehadetên pêk dihatin hem êrîşên li dijî Rêbertiya me yên dermirovî û hem jî tevlîbûna xwişka wî ya mezin hevrêya me Ronahî (Aynûr Ûlûgana) ya li nava refên gerîla ji bo hevrêyê me Karker dibin girîngtirîn egerên têkoşînê.  Hevrêyê me girêdayî van yekan li Eskîşehîra ku lê zanîngeh dixwend, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi tevlîbûna li nava refên gerîla xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk tîne. Di heman demê de bi sekn û helwesta weke ciwanekî Kurd bû mînakekî girîng ya ku divê ji êrîşên dijmin re çawa bersiv bê dayîn.

Hevrêyê me Karker li gel perwerdeya yekem ya di nava refên gerîla de distîne, dike pêvajoyeke kûrbûnê ya girîng û bi taybetî jî dizanîbû ku jiyana çiya û gerîlayan ji bo gelê me xwedî wateyeke mezin e.  Hevrêyê me dizanîbû ku gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê tê wateya hesreta gelê me ya ji bo azadiyê ya sed salan û bi vê hişmendiyê her ku diçû têkoşîna xwe mezintir kir.   Hevrêyê me Karker yê ku serkeftina têkoşîna azadiyê û layiqbûna ji gel û şehîdên me ji xwe re dike wezîfeya sereke, di vê çarçoveyê de dibe şopdarê lêgerînên kûr. Hevrêyê me dizanîbû ku serkeftin girêdayî xeta fedaîtiyê ye û bi vê hişmendiyê hema piştî xwişka xwe ya mezin Ronahî (Aynûr Ûlûgana) beşdarî xebatên Hêzên Taybet dibe.  Bi perwerdeyên ku distîne di demeke kurt de pê derdixe ku fedaîtî şêweyeke jiyanê û cewhera zindî ya PKK’ê ye û şêwejiyaneke bi vî rengî pejirand. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker dike bingeha mezinkirina têkoşîna xwe û tevlîbûneke mînak nîşan dide.  Hevrêyê me di çarçoveya xebatên Hêzên Tyabet de di Biryargeha Hêzên Taybet de û li gelek qadên cuda di  gelek xebatên girîng de cihê xwe digire û baweriyeke mezin dide hevrêyên xwe.  Bi sekna xwe ya di jiyan û xebatan de û kesayeta xwe ya kamil dibe mîlîtanekî mînak.

Hevrêyê me Karker yê ku rûyê wî tim li Bakurê Kurdistanê ye, bi hişmendiya dîrokê ya xwe gihandiyê û bi kûrbûna felsefeya Apoyî weke mîlîtanekî hem xwest ji gelê me re bibe bersiv û hem jî xwest ji dewleta Tirk tola hêrsa deh salan bistîne. Hevrêyê me girêdayî van yekan di sala 2011’an de derbasî Amanosan dibe û li vir tevlîbûneke çalak nîşan dide.  Di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşger de di pêkanîna çalakiyên girîng ên li dijî dijmin de berpirsiyariyên mezin digire ser milên xwe.  Hevrêyê me yê ku bi çalaksaziya xwe tê naskirin,  li Amanosan ji gelek çalakiyên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker tên lidarxistin re pêşengiyê dike.  Li vir bi tevlîbûna xwe û hevrêtiya xwe ya xurt dibe mîlîtanekî mînak.  Hevrêyê me tevî temenê xwe yê ciwan jî xwe ji bo fermandariyê pêş dixe û bi jiyana xwe ya derwîşane jî dibe yek ji mînaka herî bijarde ya fedaîtiya Apoyî.

Hevrêyê me Karker rastiya şehadetê ya di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de baş dizanî û hemû şehîd weke egera mezinkirina têkoşînê dîtin.  Hevrêyê me pêkanîna hemû xeyal û armancên hevrêyên xwe yên tevlî karwanê şehîdan bûne,  weke egera wezîfe û dilsoziyê pênase dike û şehadeta bîraşîr û kurmamê xwe yê li gel mezin bûyî,  xeyal û jiyana xwe parvekirî û ji bo heman armancê têkoşiyayî Egîd ( Vedat Ûlûgana) ya di sala 2016’an de û şehadeta xwişka xwe ya mezin Ronahî (Aynûr Ûlûgana) ya li Amedê ya di sala 2021’an de dike egerên mezinkirina têkoşîna xwe.  Hevrêyê me dizanîbû ku layiqbûna ji rastiya şehîdan re girêdayî pêkanîna xeyal û armancên wan e û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir kir.  Pêngava şoreşgerî ya gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî yê li bajarê Efrînê, bala dijmin me kişand û bû hedefa êrîşan.  Hevrêyê me Karker di encama hedefbûna Efrîna de ya ji aliyê DAÎŞ’ê û çeteyên din û di encama rûbirûmana gelê me ya bi qirkirinê  de di sala 2013’yan de li gel komeke hevrêyên xwe ji Amanosan derbasî Efrînê dibe û li vir têkoşîneke dîrokî nîşan da.

Yekîtiya gerîlayên Amanosan ya bijarde ku ji Şiyar Malatya, Mazlûm Cî,ger, Dewran Feraşîn, Merwan Ûrfa, Xebat Wan, Piling Adiyaman, Ronî Rojhilat, Xabûr Dêrik û Karker Tolhildan pêk dihat, xwe gihandin alikariya gelê Efrînê ê ku bi taybet bi salan ji bo têkoşîna azadiyê zarokên xwe yên herî hêja û her tiştê xwe fada kiriye û li vir di bidestxistina serkeftinên mezin yên li dijî dijmin de roleke mezin lîst.  Hevrêyê me Karker bi cesareta xwe ya di şerî de û nûgerîya xwe ya di taktîkên gerîlayan de gelek êrîşên çeteyan têk dibe.  Hevrêyê me bi vî awayî bingeha parastina hebûna gelê me yê li Efrîn, Şehba û Helebê, jiyana azad û xwebirêvebirinê ava dike û bi pratîka xwe ya serkeftî ji aliyê gelê li herêmê ve gelekî tê hezkirin.

Hevrêyê me Karker li vir girêdayî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Efrînê yên di sala 2018’an de ku fêm dike ew nikare bi destê çeteyan Şoreşa Azadiyê ya Rojava têk bibe,  di asteke pêşeng de beşdarî têkoşînê dibe û  li herêma Qestel Cindo ya lê destanên mezin ên lehengiyê hatine nivîsandin û derbên giran li dewleta Tirk hatî xistin, fermandarî kir. Hevrêyê me Karker weke fermandarekî hemû caran mana li cihên ku şer lê dijwar e,  ji xwe re dike prensîb  û bi hevrêtiya xwe ya xwe dispêre rêgezên Apoyî ji bo hemû hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêz û moralê.  Weke fermandarekî Apoyî xwe ji şervanên cuda nabîne û tim di nav wan de dimîne.  Bi vî rengî bi yek û yek bi şervanên xwe re eleqedar dibe û kedeke mezin nîşan dide ku ew jî bibin mîlîtanekî Apoyî.  Li cihê ku hevrêyê me Karker lê ye ku ew bi taybetmendiyên xwe yên afirînerî û çareserkirina pirsgirêkan tê naskirin,  ji bedbînî û bêçaretiyê re cih tune bû. Di qonaxa duyem a Berxwedaniya Efrînê de bi kûrbûnên xwe yên mezin di warê leşkerî de pêşengiyê dike ku berxwedanî were domandin û derbên giran li artêşa Tirk were xistin. Girêdayî van yekan weke yek ji fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yê damezrîner dibe mîmarekî têkoşîna dîrokî ya Efrînê ya bi bedêlên mezin heya roja me ya îroyîn berdewam dike.  Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me tim çalakiyên bergirîdanê pêş dixe û tola gelê Efrînê yê cefakar û mezlûm li erdê nahêle.

Hevrê Karker Tolhildan ku fermandarekî fedaî yê Apoyî yê gotin û cewhera wî yek e, bi sekn, mêrxasî û lehengiya xwe di dilê hemû şervan û gelê Efrînê de dibe xwedî cihekî mezin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armanca Kurdistana azad ku hevrê Karker mîraseke dewlemend a têkoşînê ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Efrînê hişt û hemû jiyana xwe bi awayekî fedaî û bê dudilî bi hişmendiya ku layiqî hemû şehîdan bibe, bi serfiraziyê tacîdar bikin."