BI DÎMEN

Ji Mexmûrê banga ji bo tevlîbûna li mîtînga li Amedê

Çalakvanên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin ku di 13’ê Cotmehê de li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bibin.

Di civîna Komîteya Werîzan a Konseya Ewropayê de ku di 17-18’ê Îlonê hatibû pêkanîn de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî binpêkirina 'mafê hêviyê' piştî 3 salan hate nirxandin. Lê belê di civînê de biryar hate dayin ku saleke din rewşê bişopîne, ku ev yek di nava gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk de bû cihê nerazîbûnan.

Têkildarî biryara hatî girtin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakvanên çalakiya Nobetê ku zêdeyî saleke ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Apo di nava çalakiyê de ne ji ANF'ê re axivîn.

Gulê Gûzereşî di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kir û got: “Dewletên navneteweyî yên ku qaşo mafê mirovan diparêzin, nikarin me bixapînin. Bi me dayîkan jî mabe em ê nehêlin tecrîda li ser Rêbertiya me tê ferz kirin, dewam bike. Em ê wek dayîk li ser lingan bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîn bikin. Em biryara dewletên navneteweyî ku saleke din jî rewşa Rêbertî bişopînin, napejirînin. Bila dewletên navneteweyî li erka xwe rabin. Serokatî maf daye jinê û mafê hemû mirovahiyê diparêze. Ez bang li tevahî gelê Kurd bi taybet jî dayîkan dikim ku li hemberî tecrîda girankirî rabin ser xwe, bi şev û roj di nava xebatê de bin. Her ferdek civakê çi ji destê wan bê pêwîste pêk bîne û bikevin nav xebatê. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê hemû berê xwe bidin mîtînga Amedê û dengê xwe li tevahî cîhanê belav bikin. Me soz daye em ê îsal Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin.”

'EV BIRYAR TENÊ TAWÎZDAYINA DEWLETA TIRK E'

Xebat Pîran jî destnîşan kir ku ji salekê zêdetire iêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Rêberê xwe di çalakiyê de ne û wiha pê de çû: “Her ku diçe tecrîd tûndtir dibe. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tenê tawîzdayîna dewleta Tirk e. Dewleta Tirk girêdayî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye, ev jî dide diyar kirin ku hemû bi hev re hevkarê vî sûcê tecrîdê ne. Ji ber ku ev tecrîd di berjewendiyê wan yên aborî, siyasî û dîplomasî de ye, naxwazin dewleta Tirk tengav bikin. Dema mijar dibe Kurd û Rêbertî, avên çem û deryayan radiwestin. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dayî, ne li gorî pîvan û zagonên navdewletî ye. Di zagona bingehîn ya dewleta Tirk bixwe de jî her girtî dikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêkbîne. Ev demek dirêje li Tirkiyê di kesayeta Rêbertî de hemû girtiyên azadiya Kurdisanê rastî van binpêkirinên mafan tên. Ev 26 salin Rêbertî li hemberî hemû bê pîvanî û bê hiqûqiya dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, destûra bingehîn ya Tirk û zagona Neteweyên Yekbûyî li berxwe dide.”
 
'DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ GELÊ KURD BI VAN BIRYARAN MIJÛL DIKE'

Xebat Pîran di dawiya gotinên xwe de da xuya kirin ku dewleta Tirk û dewletên navneteweyî dixwazin bi tecrîdê gelê Kurd di tariyê de bihêlin û îradeya Kurd teslîm bigrin û wiha got: “Bila baş bizanibin Rêbertî bi rêya parêzname û perspektifên xwe fikir û felsefeya xwe bi gel re parvekiriye û gel jî li ser wê rastiyê dimeşe. Rêbertî bixwe jî dibêje; ‘Dewleta Tirk tenê gardiyantiya vir dike, di rastiyê de ev girtîgeh girêdayî Konseya Ewropaye.’ Dewletên navnetewî gelê Kurd bi van biryaran mijûl dike. Doza Rêbertî wek doza kesekê digirin dest, ne mîna Rêberê netewa Kurd û bi van biryaran dixwazin mijara heyî normalîze bikin. Rêber Apo nûnertiya hemû netewa Kurd dike û bi fikirê xwe civakek ji mirinê rizgar kiriye. Rêbertî mebde û çarenûsa azadiya gelê Kurde. Ez bang li gelê Kurd dikim ku di 13’ê Cotmehê de li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kom bibin û dengê xwe bigihîn Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku li hemberî vê tecrîdê bê helwest nemînin.”