Kiran ê ku agahî jê nedihat girtin mirî hat dîtin

Sabrî Kiran ê ji Nisêbinê agahî jê nedihat girtin, li sînorê Qamişloyê mirî hat dîtin.

Li navçeya Nisêbîn ê Mêrdînê Sabrî Kiran (41) ê ji 27’ê Îlonê ve agahî jê nayê girtin, mirî hate dîtin.

Li gorî îdiayan, cenazeyê Kiran ji aliyê leşkeran ve li cihê Dibîstana Seretayî ya Taxa Yeşîlkent a li sînorê bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dîtin. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Kuran ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.