Dewleta Tirk di parêzvaniya PDK’ê de li Guherze rê çêdike
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca sewqiyata dagirkeriyê li nêzî gundê Guherzê yê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina rêyeke nû kir. PDK’ê jî rola parêzvaniyê girtiye ser xwe.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca sewqiyata dagirkeriyê li nêzî gundê Guherzê yê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina rêyeke nû kir. PDK’ê jî rola parêzvaniyê girtiye ser xwe.
Dewleta Tirk a dagirker ku li Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne, li nêzî gundê Guherzê yê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina rêyeke nû kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê ku xwe dispêre çavkaniyên xwe, PDK di çêkirina vê rêya ji bo sewqiyata dagirkeran de rola parêzvaniyê girtiye ser xwe.
Di çêkirina rêyê de ku bi dîmenan xuya dibe, dewleta Tirk gelek makîneyên kar aniye gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Duhokê.