Berxwedana li Xelfetiyê dewam dike

Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 11'an de ye.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 11'an de ye. Şêniyên navçeyê serê sibehê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî li hev kom bûn. Li qada çalakiyê pankarta bi nivîsa "Ne qeyûm, lê demokrasî" hate daliqandin. Li gel Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ji navçeyên cuda gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Di vê navberê de şêniyên ji navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya li ber avahiya şaredariyê dewam dike.