Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi çalakiyekî 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi çalakiyekî 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê, li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan daxuyanî da. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ), malbatên şehîdan, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û soza pêkanîna xewn û xeyalên Şehîdan dan.
Pakîza Celal li ser navê Malbatên Şehîdan xêrhatina tevahiya mêhvanan kir û soza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan da û wiha axivî: “Dewleta Tirk her gava ku rojeke wê ya taybet nêzîk dibe êrîşan pêk tîne û zarokên me şehîd dike. Em li vir wek dayikên şehîdan dibêjin ku em ê tu carî paşde gav neavêjin û bila bizanin ku bi dayîna şehîdekî jî em nakevin. Em salvegera rizgariya Şengalê bi taybet li ciwanên serê çiyayan li ber xwe didin, li malbatên şervanan ku zarokên wan ji bo parastina me şehîd ketin û li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz dikin. Û bi gotina "seriyek e, ew jî di oxira vê civakê de ye" dibêjin serê me tevan sax be.
‘BERSIVA HERÎ WATEDAR VEGERA LI ŞENGALÊ YE’
Nayîf Şemo li ser navê MXDŞ'ê axivî û got: “Em salvegera 9'emîn a rizgarkirina Şengalê li her kesê dilsozê civaka xwe pîroz dikin û destxweşiyê li wê biryara ku hatî girtin û şervanên azadiyê yên ku ji çiyayan derbas bûn û xwe gihandin hewara Şengalê dikin. Em ji vir vê peyama gelê xwe didin dijminê civaka xwe û dibêjin; Bila kes xwe nexapîne û xwe ji Şengala xwe dûr nexe. Ger em îro venegerin li ser xaka xwe, wê sibe ev derfet ji destê me bifilite û ger em ne li ser axa xwe bin û di nava gelê xwe de nejîn em ê bibin kole û bende.”
‘CIVAKA ÊZIDÎ XWE BAŞ NAS DIKE’
Şemo wiha pê da çû: "Me îro, wekî ku Rêber Apo digot me xwe nas kir. Eger me xwe nas nekiriba, îro me nedikarî em salvegera 9'emîn a rizgarkina bajarê xwe li vir pîroz bikin. Ev peyama herî giring û bi wate ye ku em didin dijminê gelê xwe. Eger em bixwazin hêj bêhtir dijminê xwe têk bibin û kêfa wan li xwe xweş nekin, divê em yekitî û tifaqa xwe hîn zêdetir hêzdar bikin. Bêguman ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û ciwanên me yên welatparêz pêkan e."
‘EM RIZGARKIRINA ŞENGALÊ LI RÊBER APO PÎROZ DIKIN’
Hevserokê MXDŞ'ê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em careka din rizgarkirina Şengalê, bi hêviya ku bibe wesîleya rizgarkirina Rêberê me li Rêber Apo pîroz dikin û dibêjin Şehîd namirin!"
Berdevka TAJÊ Rîham Hico jî salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahiya gelê Êzidî û li tevahiya jinên dîlgirtî pîroz kir û wiha axivî: " Îro ji bo me rojeka serkeftinê ye û rojeka dîrokî ye. DAÎŞ'ê bi êrîşa Şengalê hêvî dikir ku gelê me tune bike. Lê belê rizgarkirina Şengalê ew hêvî û daxwazên dijmin tev têk birin. Dema ku DAÎŞ li Şengalê hate tinekirin, gelek sazî û dewlet têk çûn û di nava wan de jî dewlata Tirk û dostên wan hebûn. Ji ber wê ye heya niha em bedelan didin û dewleta Tirk êrîşan pêk tîne û zarokên vê civakê dike hedef.”
‘TOVÊ JIYANEKE NÛ LI ŞENGALÊ HATE ÇANDIN”
Berdevka TAJÊ wiha dewam kir: "Bi rizgarkirina Şengalê re tovê jiyaneka nû hate avêtin. Rizgariya Şengalê bi navê lehengên mîna Mam Zekî û Egîd Civiyan hate ragihandin ku em îro jî li ser xet û rêça wan in û heya dawiyê jî em ê li pey pêkanîna xewn û xeyalên wan bin."
‘VEGERA LI SER XAKA ŞENGALÊ TÊKBIRINA XEWNÊN DEWLETA TIRK E’
Em li vir wek TAJÊ û jinên Êzidî vê peyamê didin: "Dijmin da ku civaka Êzidî ji ser xaka xwe dûr bixe serî li her cûre rê û rêbazên qirêj dide û bi ser de jî bi tank, top û teyareyan êrşî gelê me û ciwanên me dike. Lê xwedîderketina li Şengalê û vegera ser xaka Şengalê têkbirina wan xewn û xeyalên dijmin û dewleta Tirk e. Pêwîst e her kes xwedî li Şengalê derkeve û Şengalê ji xwe re bike qibleya herî watedar û pîroz. Pêwist e her Êzdiyek destê xwe deyîne ser wijdanê xwe û nû biaxive. Îro PDK’ê bi Êzdiyan dide gotin ku Şengal li ser destê PDK’ê û pêşmergeyan hate rizgar kirin! Em ji vir dibêjin bese koletiyê jiyan bikin û destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa biaxivin; gelo ka PDK’ê çi ji Êzdiyan re kiriye? Tiştê ku PDK’ê ji Êzdiyan re kirî berçav e, Şengal firotin û radestî çeteyên DAÎŞ’ê kirin, keç û dayikên me di bazaran de firotin û heya niha em vê êşê jiyan dikin.’’
Daxuyanî piştî peyaman bi dirûşmeya " Şehîd namirin" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.