Aso Hisên Qadir niştecihê gundê Îsayî yê ser bi Kelarê ye. Piraniya niştecihên gund mijûlî karê çandiniyê ne û cotkar in. Aso Hisên ku cotkarekî xwedî ezmûn e. Aso Hisên der barê karê xwe yê cotkariyê axivî û got: “Salek e li gundê xwe mijûlî çandiniyê ye. Ev tov tova bamiyeya girover e, ji nîvê meha çaran dest bi çandina bamiyeyan tê kirin û sê rojan carekê pêwîstiya wê bi avdanê heye û piştî hefteyekê şîn dibe. Dema ku bilind dibe, di meha pêncan de dest bi çinînê tê kirin.”
‘ÎSAL NEXWEŞIYA BAMIYEYAN LI GUNDÊ ME BELAV BÛYE’
Aso Hisên anî ziman ku di 15’ê meha pêncan de bamiyeya wan gihîşt lê ji ber ku kêm bû, neçinîne û wiha got: “Piştî ku rêjeya wê zêde bû, me bi 2 karkeran re dest bi çinînê kir. Piştî çinîn û amadekirinê, ez wan dibim li Kelarê difiroşim. Îsal min sê caran bamiye derman kirin, li gundê me îsal nexweşiyê li bamiyeyan da, lê ev nexweşî neket nav bamiyeyên min, ji ber ku min hefteyê carekê bamiye derman dikirin.”
‘HIKÛMET BI TI AWAYÎ ALÎKARIYA ME NAKE’
Aso Hisên diyar kir ku hikûmet ti alîkariya wan nake û wiha domand: “Ew tiştên ku ji bo karê çandiniyê pêwîst in, hikûmet ji bo wan alîkariya me nake. Tenê daxwaziya me ew e ku hikûmet alîkariya me bike da ku em cotkar bikarin karê çandiniyê zêdetir pêşve bibin. Ji niha ve êdî dema dawî ya çinîna bamiyeyan e. Ez ê tova wê berhev bikim da ku sala bê ez dîsan biçînim. Ji ber ku bamiyeya girover bamiyeyeke gelek baş e, demeke dirêj dimîne. Tiştê ku cihê kêfxweşiyê ye ew e ku xelk girîngiyê dide hilberîna navxweyî.”