9 sal cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Colemêrgê

9 sal cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku qeyûm li şûna wî hatî tayînkirin.

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk di 3’yê hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir.

Bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz li Akiş hatibû vekirin.

Danişîna biryarê ya dozê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin.

Dadgehê bi giştî 9 sal cezayê hefsê da Akiş.