Gelek kesan serdana şîna gerîlayê HPG’ê Eser kirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Muhammed Eser li Farqînê şîn hate danîn. Gelek kes serdana şînê dikin.

ŞÎN

Li Taxa Salika ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê ji bo gerîlayê HPG’ê Muhammed Abdulrezak Eser şîn hate danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şînê hate kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî şînê bûn. Di şînê de deqeyek rêz hate girtin. Her wiha dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di şînê de axivî û got, “Bila serê malbata me û gelê Kurd sax be. Em ê dilsozê bîranînên wan bin.”