Roja Zarokan a Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin

Roja Zarokan a Cîhanê li Kobanê bi şahiyeke ji bo zarokan hate pîrozkirin.

Roja Zarokan a Cîhanê ku 20'ê Mijdara 1954'an hate ragihandin, li kantona Firatê bi şahiyek ji bo zarokan hate pîrozkirin.

Şahî bi pêşengiya Desteya Jinê ya Kantona Firatê li Baxçeyê Zarokan ê li Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin û bi dehan zarok tevlî bûn.

Seroka Desteya Jinê ya Kantona Firatê Cîhan Derwêş li şahiyê axivî û got, "Bi saya Şoreşa Rojava roj ji nû ve li zarokan hilat."

Di şahiyê de komên hunerî; Koma Peymangeha Vejîn, Zarokên Navenda Hêvî, Baxçeya Şehîd Rîmas, Koma Hîlala Zêrîn a Dîlanê, Koma Şaho ya Çand û Hunerê, Zarokên Baxçeyê Roj, Zarokên Malbatên Şehîdan, Kulîlkên Paşerojê û Koma Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin.