978 roj in agahî ji Pijman Muradî nayê girtin

Hat ragihandin ku 978 roj in agahî ji Pijman Muradî yê ji aliyê hêzên Îranê ve hatî revandin, nayê girtin.

Ajansa HRNA ku ji aliyê çalakvanên mafên mirov ve tê birêvebirin, eşkere kir ku ev 978 rojin welatiyê Kurd ê bi navê Pijman Muradî (33) yê xelkê Rewanser a girêdayî Kirmaşan ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye revandin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku ji roja Pijman Muradî hatî revandin ve ti agahiyek li ser çarenûsa wî nehatiye zanîn.

Hatiye diyarkirin ku piştî gelek caran malbatê lêkolîn kiriye, zanîne ku Pijman Muradî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye revandin û birine girtîgeha Sine yê.

Pijman Muradî di Adara 2022’yan de ji aliyê îstixbarata Supayê Pasdarên Îranê ve hatiye revandin, zewiciye û keçek wê heye.