TUAY-DER'ê ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi kampanyayê dike

Bi armanca piştgiriya bi girtiyan re bi pêşengiya TUAY-DER'ê kampanya şandina pereyan ji bo girtiyan tê destpêkirin.

PIŞTGIRIYA BI GIRTIYAN RE

Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amedê ji bo piştgiriya bi girtiyan û xizmên wan re kampanya destpê dike.

Kampanya wê bi dirûşma 'Şandina pereyan ji bo girtiyan sûc nîne' pêk were û pere ji girtiyan re bê şandin.

TUAY-DER'ê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kir.

Li gorî plansaziyê, sibe wê bi xizmên girtiyan re saet di 11:00 de li ber PTT a li Ofîs a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin û piştre pere ji girtiyan re bê şandin.