Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî xespa îradeyê di roja 17’an de ye

Nobeta berxwedanê ya li Xelfetiyê li dijî xespa îradeyê destpê kirî, di roja 17’an de dewam dike.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Berxwedana ku li dijî xespkirina şaredariyê ya ji aliyê qeyûm ve, li navçeya Xelfetî ya Rihayê destpê kirî, di roja 17’an de dewam dike.

Li ber avahiya şaredariyê ya di bin dorpêçê de, xelkê Xelfetiyê pankartên “Ji qeyûman re na demokrasî” daliqandin.

Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.

Nobeta berxwedanê li dora şaredariyê didome.