Hevşaredarê Dêrsimê Konak: Kar û barên şaredariyê kirin hinceta tewanbariyê
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konakê ku cezayê girtîgehê lê hate birîn, diyar kir ku kar û barên şaredariyê kirine hinceta tewanbariyê, lê ew ê paşde gav neavêjin.
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konakê ku cezayê girtîgehê lê hate birîn, diyar kir ku kar û barên şaredariyê kirine hinceta tewanbariyê, lê ew ê paşde gav neavêjin.
Derbarê Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul de, deh sal berê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin û îro 6 sal û 3 meh ceza li wan hate birîn. Piştî vê biryara ku wekî amadekariya derbeyê tê nirxandin, li navenda bajar ev biryar hatin protestokirin.
'DARIZANDIN JÎ NEHAT KIRIN'
Parêzer Kenan Çetin diyar kir ku doz berî 10 salan hatiye vekirin û tevî ku îro ne rûniştina biryarê bû biryar hate dayîn. Çetin îfade kir ku kar û barên partiyê wekî sûc hatine hesibandin û bi peydakirina hincetên pû. ceza hate dayîn. Çetîn her wiha anî ziman ku emnîyet zextê li ser darazê dike û wiha axivî: "Em ê dozê bibin îstînaf, AIHM û AYM'ê. Dozgerî di rûniştinên berî niha de daxwaza beşdariya bersûcan ji bo pêvajoya darizandinê jî nekiriye. Lê îro daxwaza girtinê kir. Ev rewşeke nû bû. parêzeran li dijî vê yekê daxwaza wextî kir. Îro ne bersûc ne jî parêzeran nekarîn parastinê bikin û mafê parastinê, mafê darizandina adilane û rêgeza wekheviya hêzê (çekan) ket meriyetê."
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak wiha axivî: "Dema ku ez Şaredarê Xozatê bûm ez beşdarî merasîmên cenazeyan bibûm û ev wekî hinceta tewanbariyê hatiye dîtin. Em xwedî erf û edet in. Em xwedî nirxên dîrokî ne. Li ku derê êşek hebe divê hûn li wê derê bin. Divû hûn bibin şirîkên vê êşê. Îcar heger tu şaredarek bî! Jixwe xizmetên cenazeyan jî yek ji erkên eslî yê şaredariyan e. Hesasiyeta li hember xwezayê yek ji erkên eslî yên şaredariyan e. Di sala 2013'an de pêvajoya aşitiyê hebû û me hevaltiya komeke geştyariyê ya hatî Dêrsimê kir. Em heta derekê çûn."
'EZ ÎRO JÎ LI KÊLEKA GELÊ XWE ME'
Konak behsa kar û barên şaredarî û partiyê kirin û diyar kir ku ev kar û bar wekî hinceta sûcdariyê hatin nîşandan û tevî hemû daxwazên wan mafên wan ê parastinê hatiye desteserkirin. Konak anî ziman ku ew têkoşîna xwezayê didin û wiha dewam kir: "Kî be bila bibe; heger axa min xesp bike û bike qurbana sermayeyê ez ê li dijî wî bisekinim. Ma ev yek sûc e? Nexwe em ê berdewam vî sûcî bikin. Ma sûc e ku em beşdarî cenazeyên gelê xwe bibin û êşa wan parve bikin? Wekî duhî îro jî ez li kêleka gelê xwe me. Ez ê îro jî bibim şirîkê êşa wan. Kesek nikare me ji rêya me vegerîne."
'PARASTINA XAKA XWE JI KENGÎ VE BÛYE SÛC?'
Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul jî diyar kir ku beşdarbûna merasîmên cenazeyan nabe ku wekî sûc bê hesibandin. Sarigul pirsa "Parastina xaka xwe ji kengî ve bûye sûc?" kir û wiha axivî: "Em ê li ser şaredariyên xwe bin, em ji xizmetkirina vî gelî re şanaz in. Em ê sibe jî li ser karê xwe bin." "
Girseyê piştî daxuyaniyê bi qasî demekê li pêşiya şaredariyê nobed girt û piştre serdana esnafan kir. Girseyê timî dirûşmeya "Hikûmet îstîfa" berz kir.