BI DÎMEN

Li Wanê berxwedan: Hevşaredar jî hatin binçavkirin - HATE NÛKIRIN

Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gel dest bi berxwedanê kir. Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakvanan û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de gelek kes binçav kirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ DARBEYÊ

Danê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û piştî vê biryarê li bajar çalakî hatin destpêkirin. Li Beşyolê Serokwezkîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, hevşaredar û gelek welatî xwestin bimeşin.

Polîsan girse dorpêç kirin û destûr nedan meşê û gelek kes derb kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de gelek kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin.

Li ser vê yekê welatiyan jî bi çepikan û avêtina sloganan piştgirî dan çalakgeran.

Protesteyên ku li ser Cadeya Cumhuriyetê dest pê kirin, li cade û kolanên bajar belav bûn. Çalakiyên li taxan jî berdewam in. Stûnên ceyranê yên li Kolana Hunerê, Cadeya Mereşê û gelek noqteyên din hatin wergerandin û gel ji konteynirên gilêşî ji xwe re berîqet çêkir. Tevahiya esnafên li navenda bajar derabeyên dikanên xwe girtin û pevçûnên piştî êrişên polîsan dest pê kirin li tevahiya kolanan belav bûne.