BI DÎMEN

Hûn: Komploya Navneteweyî negihîşt armanca xwe

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn anî ziman ku komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe, fikrê Rêber Apo li cîhanê belav bû û ji gelan re bû çavkaniya hêviyê.

YILMAZ HÛN

Komploya navneteweyî ku bi pêşengiya DYE û Îngilistanê hate kirin û gelek welat tevlî bûn, kete sala 27'an. Rêber Apo 15'ê Sibata 1999'an bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Rêber Apo ji hingî ve tecrîdkirî ye. Lİ gel vê yekê jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî hewl dide.

Parlamenterê Îdirê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Yilmaz Hûn komploya navneteweyî ji ajansa me re nirxand û anî ziman ku komplo ne tenê li dijî Rêber Apo hate kirin, her wiha li hemberî gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd hate kirin.

Yilmaz Hûn got, "Ya rast komplo li dijî modela nû ya Birêz Ocalan hate kirin ku li hemberî kapîtalîzm û mêtingeriya li Rojhilata Navîn bi navê 'Modernîteya Demokratîk' afirand. Li hemberî kiryar, kar û şêweyên êrîşa li ser gelan ên welatên NATO'yê û hêzên serwer-hegemon ên li Rojhilata Navîn, Birêz Ocalan xwedî fikrekî bû. Birêz Ocalan bi rengekî fîzîkî hate girtin lê belê li aliyê din hewl hate dayin ku îradeya gelê Kurd, hêviya gelên berxwedêr ên li Rojhilata Navîn û cîhanê bê girtin. Lê belê Birêz Ocalan 26 salan berxwedaneke mezin nîşan da. Hem ji aliyê fikrî ve li ber xwe da hem jî li hemberî modernîteya kapîtalîst fikrekî nû, rê û rêbazên nû afirand. Li dijî pirsgirêkên mirovahiyê rê û rêbazên nû, fikir û felsefeyek ava kir."

'FIKRÊ BIRÊZ OCALAN LI CÎHANÊ BELAV BÛ'

Hûn anî ziman ku komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe û got, "Birêz Ocalan çar salên dawî di nava tecrîdeke giran a mutleq de tê hiştin. Wateya vê yekê ew e ku dixwazin fikrê Birêz Ocalan negihêje gel, civakî nebe. Lê belê nekarîn vê bikin. Fikrê Birêz Ocalan îro ne tenê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, her wiha li çar aliyên cîhanê, li gelek welatan, li zanîngeh û akademiyan tê nîqaşkirin.

Ev rewş nîşan dide ku fikrê Birêz Ocalan êdî li cîhanê belav bûye. Li hemberî pirsgirêkên mirovahiyê perspektîfeke çareseriyê pêşkêş dike û ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya hêviyê. Armanca ji 26 salan ew bû ku nehêlin fikrê Birêz Ocalan li cîhanê belav bibe û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd tine bikin. Lê belê ev yek bi ser nexistin û fikrê Birêz Ocalan li cîhanê belav bû. Di nava krîza heyî ya li Tirkiyeyê de serlêdana ji bo Birêz Ocalan ji ber kaosa ku welat di nav de ye. Nîşan dide ku yê vê pirsgirêkê çareser bike jî dîsa Birêz Ocalan e. Ji vî alî ve dema mirov binirxîne, wê bê dîtin ku komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe.

'MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'

Yilmaz Hûn bal kişand ser hevdîtinên navbera Rêber Apo û Heyeta DEM Partiyê û got, "Pêvajoyeke diyalogê heye û dema ku mirov destpêkirina vê pêvajoyê binirxîne wê bê dîtin ku bi saya berxwedana gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê destpê kiriye û dewlet têk çûye. Sedema krîzên li welêt hemû neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Her kes baş zane ku mifteya vê yekê jî li gel Birêz Ocalan e, dewlet jî baş bi vê yekê zane.

Pêvajoya 8 salên dawî nîşan dide ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan encam bi dest nexistiye. Tirkiye di nava krîz û kaosekê de ye, sedema vê jî pirsgirêka Kurd e, tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Çareserî bêguman wê li Îmraliyê be. Yê ku pirsgirêkên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê têdigihêje Birêz Abdullah Ocalan e û yê ku çareseriyê ji wan re diafirîne jî ew bi xwe ye. Ji ber vê yekê serlêdana ji bo Birêz Ocalan gaveke rast e."