BI DÎMEN

Li taxên Wanê çalakiyên li dijî xespê

Li Wanê ciwan daketin kolanan û desteserkirina şaredariyê protesto kirin.

Li dijî desteserkirina wezîfeya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li taxên bajêr çalakî didomin.

Li taxên Xaçort, Akkopru, Kalecik Toki, Şabaniye, Bostaniçi, Yuniplik û Seyyid Fehim Arvasi yên Wanê, ciwan daketin kolanan.

Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Qeyûmê diz ji Kurdistanê here” li taxan agir vêxistin û barîkat danîn. Polîsên Tirk bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş kirin. Ciwanan bi kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiva polîsan da.