Şandeya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re, îro çû Başûrê Kurdistanê.

Endamên Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Bedran Ozturk û Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nava şandeyê de cih digirin.

Şandeyê ku li mêvanxaneya protokol a li Deriyê Sînor a Îbrahîm Halîl hatin pêşwazîkirin, piştre derbasî Hewlêrê bûn. Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw di saetên êvarê de bi heyetê re civiya. Heyet û Xoşnaw li ser çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.

BERNAMEYA ŞANDEYÊ

Şande dê sibehî bi Serokê PDK’ê Mesût Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên Îmraliyê werin parvekirin û nêrîn û pêşniyarên kesên eleqedar yên têkildarî pêvajoyê werin girtin.

Şande dê piştre derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Qubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinekê pêk bîne.