'Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin'
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho komploya 15'ê Sibatê şermezarkir û got, "Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin û ti carî vê komployê qebûl nekin."
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho komploya 15'ê Sibatê şermezarkir û got, "Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin û ti carî vê komployê qebûl nekin."
Di ser komploya navneteweyî re 26 sal derbas bûn. Rêber Apo li gel tecrîda giran a 26 salan bi berxwedaneke mezin komplo pûç kir û di şexsê xwe de rastiya gelekî berxwedêr afirand.
Yek ji armancên bingehîn ên komployê tasfiyekirina tevgera azadiyê û qirkirina gelê Kurd bû. Lê belê ev armanc pêk nehat; gelê Kurd û tevegera azadiyê li dora Rêber Apo bûn yek û têkoşîn mezin kirin.
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho di salvegera 26'an de komploya navneteweyî nirxand.
'RÊBER APO RÊBERÊ GELAN Û MIROVAHIYÊ YE'
Viyan Şaho destpêkê komploya navneteweyî şermezar kir û got, "Hêzên hegemonîk û navneteweyî îdeolojî û fikrê Rêber Apo li hemberî xwe weke gefekê dîtin. Ji ber ku Rêber Apo pirsgirêka hebûnê ya gelê Kurd nirxand, civaka Kurdistanê ji nû ve rakir ser piyan û gel hişyar kir.
Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên bindest têdikoşe. Dît ku sîstema modernîteya kapîtalîst civakê ji nirxên wê dûr dixîne, gelan ji çanda wan dûr dixîne, lewma destnîşan kir ku divê mirovî xwedî li dîrok, ziman û civakîbûna xwe derkeve.
Di herikîna dîrokê de ji bo azadiya gelan gelek pêxember, fîlozov û rêberê gel têkoşiyan. Lê belê yên ku xwestin pêşengiyê ji civakê re bikin û krîzan çareser bikin, gelek ji wan têrker nebûn. Rêber Apo xwe ji dîrok û gelan berpirsyar dît, ji bo azadiya gelan dest bi têkoşîneke mezin kir. Jİ ber vê yekê Rêber Apo bû rêberê gelan û mirovahiyê."
'MIROVAHIYA CÎHANÊ LI DORA ÎDEOLOJIYA RÊBER APO XWE BI RÊXISTIN DIKE'
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho bal kişand ser rola hêzên navneteweyî û nokerên wan ên herêmî ya di nava komploya navneteweyî de û got, "Rêber Apo li hemberî komployê ti carî nesekinî. Têkoşîn, felsefe û îdeolojiyeke mezin afirand û ev komplo têk bir. Rêber Apo ti carî xwe weke şexsekî bi tenê nedît, her tim xwe weke nûnerekî civakê dît û li gorî vê têkoşiya.
Di dema komploya navneteweyî de ne tenê gelê Kurd, gelek gelên din jî daketin qadan û çalakî kirin. Komploya navneteweyî ti carî nehate qebûlkirin. Bi taybetî jinan li hemberî komployê berxwedaneke mezin kirin û hesabên hêzên komploger têk birin.
Îro jî gel azadiya xwe di nava azadiya Rêber Apo de dibînin. Ji bo fikrên wî biparêzin û paradîgmaya modernîteya demokratîk bi cih bîne di serî de li Rojava li gelek deveran berxwedaneke mezin dewam dike."
'JIN WÊ BI TÊKOŞÎNA XWE KOMPLOYÊ PÛÇ BIKIN'
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho destnîşan kir ku heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna xwe dewam bikin û got "Rêber Apo ji bo azadiya jinê kedeke mezin da. Ji ber vê yekê jin hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji dema destpêkê ya komployê û vir ve bi hezaran hevrêyên me bedena xwe dan ber agir û çalakiyên mezin kirin, bi vî rengî nîşan dan ku ew vê komployê ti carî qebûl nakin. Em jî vê roja reş careke din şermezar dikin. Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin û ti carî vê komployê qebûl nekin."