Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo di encama komploya navnetewî de ji aliyên hêzên hegemon ve hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek mutlaq a dewletên dagirker de tê girtin.
Têkildarî vê mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û komploya navneteweyî şermezar kirin.
‘EW RUHÊ TEVAHÎ GELÊ KURD E’
Yek ji welatiyên wargehê Rehîm Mijînî hemû hêzên ku di komploya 15’ê Sibatê de cih girtine bi tundî şermezar kir û got: “Raste ev roj rojekî reşe, lê wê bi saya berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd bibe roja serkeftin û cejnê. Dijmin dibêje eger em serî bigirin wê gewde hêdî bi hêdî bimire, lê em wek gelê Kurd ji roja destpêkê heta niha bi hêz dibin, bîr û baweriya me xurtir dibe. Dijmin Rêber Apo wekî kesekî digire dest, lê ew ruhê tevahî gelê Kurd e. Dema Rêbertî radestî Tirkiyê kirin, serokê Tirkiye yê wê demê Bulent Ecewît got ‘Pêtên agir li ser Tirkiye dibariya’, wê demê zanî ku Rêber Apo ne kesekî ji rêzê ye. Ji ber wê tevahî gelê Kurd rabûn ser lingan. Di ti şoreşan de ti kesê ji bo serokên xwe canê xwe nedane ber agir, lê bi hezaran ciwan û xortên Kurdan ji bo Rêber Apo canê xwe feda kirin û hîn jî feda dikin. Ew roj rojek reş û girîng bû. Bi sozên ciwan, pîr û kalên gelê Kurd re, ev komplo hat vala derxistin. Gelê Kurd heta niha jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo tevger dike. Rêbertiya me kesek alim û zanaye, ev jî çavên dijmin ditirsîne.”
Rehîm Mijînî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku ji bo aştî û aramiyê dakevin qadan û wiha got: “Di her gavê de divê hêza me xurtir û çalakiyên me mezintir be. Ger em wisa tevnegerîn, wê çareseriya li ser mêzê jî têk biçe. Tiştek xilas nebûye têkoşîna me nû destpê kir. Çawa Seddam çû, Essad çû wê îro Erdogan jî biçe. Em berxwedana gelê xwe yê Rojava silav dikin, dibêjin teqez serkeftin wê ya gelê şoreşger be.”
‘BI DEHAN KESAN CANÊ XWE FEDA KIRIN’
Welatiyê bi navê Silêman Şaxî jî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hatî pêkanîn şermezar kir û wiha got: “15’ê Sibatê rojek reşe ku bi ser gelê Kurd hatî. Komplogeran û dewleta Tirk xwestin gelê Kurd û tevgera azadiyê di tarîtiyê de derbaz bike. Xwestin tevgera azadiya Kurdistanê mîna serhildanên beriya niha bi tepisînin. Dijberî vê yekê gelê Kurd têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Bi dehan kesan canê xwe feda kirin û bi sed hezaran daketin qadan. Gerîlayên Rêbertî xwedî bîr, bawerî û îdeolojîk bûn û şerê xwe kirin. Di hemû aliyan de alîkarî dan Rêbertî. Rêbertî ne tenê parastina xwe, parastina gel û dîrokê dike. Piştî wê komplogeran zanîn ku êdî nikarin bi ser gelê Kurd de biçe. Komploger bi ser neketin ji bo wê jî heta niha komploya xwe berdewam dikin. Dewleta Tirk dixwaze pêşî li berxwedana gelê Kurd bigire û naxwaze gelê Kurd bi berxwedanê biçe encamê. Raste em wê rojê xemgîn dibin, lê gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe Rêbertî bi tenê nehêlaye. Hêviya me ji herkesî ew e ku xwe sist nekin û hîn bêhtir berxwedana xwe xurt bikin. Di heman demê de ji bo destê Rêbertî xurt bibe, divê giştî gelê Kurd di 15’ê Sibatê de dakevin qadan.”