Li Licê agirê Newrozê hate vêxistin
Li navçeya Licê ya Amedê, agirê destpêkê yê Newroza îsal hate vêxistin, şahî hate lidarxistin.
Li navçeya Licê ya Amedê, agirê destpêkê yê Newroza îsal hate vêxistin, şahî hate lidarxistin.
Agirê Newroza îsal ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, li navçeya Licê ya Amedê hat vêxistin. Parlamenterên DEM Partî, DBP’ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi kincên herêmê beşdarî Newrozê bûn, bênavber govend gerandin û dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jiyan jiyan azadî’ berz kirin.
Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Sadik Tosun axivî û Newroz li hemû kesî û bi taybet jî Îmraliyê pîroz kir. Piştre Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û diyar kir ku ev sed sal in bi înkar û asîmîlasyonê tê xwestin gelê Kurd bê tunekirin û wiha got: "Bersiva ku 50 sal berê li Licê hatiye dayîn nêzî azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rê li ber me vekir. Em bejna xwe li ber banga wî ya jiyana azad û avakirina civaka demokratîk ditewînin. Newroza te pîroz be birêz Ocalan."
Gurbuz diyar kir ku têkoşîn wê bibe misogeriya azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo û wiha got: "Di her şert û mercî de Kurdan înkar dikin. Dijminatiya li Kurdan, nebûna Kurdan bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê. Êdî bes e ji dijminatî û înkara Kurdan re. Em destê aştiyê dirêj dikin. Divê dewleta Tirk vê bibîne û bersivê bide. Em zimanê xwe, çanda xwe û îradeya xwe xwedî derdekevin. Birêz Ocalan banga doza civaka demokratîk kir. PKK'ê bersiv da û agirbest îlan kir. Em li benda çi ne? Êdî bes e. Em ji bo gelê Kurd jiyaneke azad dixwazin. Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye."
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: "Ji bo gelê Kurd, cejn ne tenê xwe nûkirina xwezayê ye, di heman demê de berxwedana têkoşînê ye. Gelê Kurd ê di Newrozê de bedena xwe da ber agir, çalakiyan lidar dixe û têdikoşe. Kemal Kûrkût qetil kirin. Wê rojê, Newroz ji bo me dîsa bû sedema berxwedanê. Em Newroza Kemal Kûrkût û malbata wî pîroz dikin. Em ti carî hevalên xwe û şehîdên xwe ji bîr nakin. Me ji vê Newrozê re got Newroza azadiyê. Em ê tu caran heval û şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê di vê Newrozê de banga Rêbertiya azad birêz Ocalan baş bê fêmkirin. Di vê bangê de Rêberê Gelan got, ‘Ji bo Kurdan serdemeke nû destpê dike’. Em vê Newrozê bi kelecana pêvajoya nû pêşwazî dikin. Qufilkirina ku ji bo dengê Rêber Apo dernekeve hatiye ferzkirin, nema ye. Dengê wî gihîşt hemû cîhanê. Hemû kesî denge birêz Ocalan bihîst.”
Kaganarslan got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de gav biavêje, her tim ciwanan pêşengiya têkoşînê kirin û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ciwan ji bo aştiyeke bi rûmetî li ber xwe didin. Eger ciwan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin, em ê karibin jiyaneke bi rûmet bijîn. Eger ciwan pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, ti hêz nikare li pêşiya wê bisekine. Ciwanên Kurd daketin kolanan û li dijî qeyûm li ber xwe dan. Niha dema çalakiyan e. Me got, 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Em ciwan in, em ê bi aştiyeke bi rûmet xwerexnedayîna xwe bidin gelê xwe.”
Di dawiyê de wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş got ku îsal Rêber Apo di 27’ê Sibatê de agirê Newrozê li Îmraliyê vêxistiiye û wiha got: “Em ê bersivê bidin birêz Ocalan ê ku di 27 'ê Sibatê de agirê Newrozê vêxist, bi agirê Newrozê yê berxwedêran em ê bersivê bidin.”
Bêrîtan Guneş da xuyakirin ku ev rojên dîrokî ne û wiha got: "Tovên beriya 46 salan li navçeya Licê hatin çandin, îro li Rojava şîn dibin. Îro Rojava hêviya dayik, jin, zarok û gelan e. Birêz Ocalan ku ew felsefe, ew bawerî, ew paradîgmaya ji bo gelên Rojhilata Navîn nivîsî, îro civaka demokratîk û aştiyê ava dike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Newroz jiyaneke nû ye, jiyana azad e’. Divê her roj bibe Newroz.”
Bêrîtan Guneş diyar kir ku li Rojava bi pêşengiya jinê jiyaneke nû hatiye avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna girtiyan û yên ku ji bo vê axê canê xwe dan, ev jiyan ava kirin. Piştî banga 27’ê Sibatê li cîhanê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn gelek tişt guherîn. Bi banga birêz Ocalan re em ê ji bo hemû gelan jiyaneke nû amade bikin. Divê piştgiriyê bidin banga sed salê."
Piştî axaftinan dayikan yekemîn agirê Newrozê yê îsal bi coşeke mezin pêxistin. Li hemberî hewldana polîsan a tepisandina dengan, pîrozbahiya ku li qadê gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Bi stranên Koma Ven ê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê, şahî dewam dike.