Li gundê Sergewra agirê Newrozê hat vêxistin
Li gundê Sergewra ya Bismilê agirê Newrozê hat vêxistin û gel li dora agir govend gerand.
Li gundê Sergewra ya Bismilê agirê Newrozê hat vêxistin û gel li dora agir govend gerand.
Newroza îsal wê li 89 navendan bê pîrozkirin. Li seranserê cîhanê dê li hezaran bajar, navçe, bajarok, gund û taxan wê agirê Newrozê bê vêxistin.
Deklarasyona pîrozbahiyên Newrozê wê di 11ê Adarê de li Amed û Stenbolê bi hemdemî were ragihandin. Yekemîn agirê Newroza îsal dê di 12 ê Adarê de li navçeya Licê ya Amedê bê vêxistin. Ji ber ku cihê ku 26-27ê Mijdara 1978’an avabûna PKKê lê hate ragihandin, Ev der navendeke girîng e. Beriya bi awayekî fermî Agirê Newrozê bê vêxistin, gundiyên gundê Sergewra ya navçeya Bismilê agir vêxistin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.