Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku demeke dirêj di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de têkoşiya, jiyana xwe ji dest da.

SAKÎNE ARAT

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sakîne Arat a li Amedê dima ji ber nexweşiyê doh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Sakîne Arat ku demeke dirêj di nava Meclîsa Dayikên Aştiye de têkoşiya, cenazeyê wê, sibe wê bê veşartin.

Sakîne Arat piştî raperîna Şêx Seîd li Kutahyayê ku bavê wê hatibû sirgûnkirin, di sala 1934'an de ji dayk bû. Kurê wê Cemal Arat sala 1984'an li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Kurên wê yên din Tacettîn û Mûrat piştî ku tevlî PKK'ê bûn, kurekî wê jî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Sakîne Arat piştî salên 1990'î tevlî karên Komeleya Dayikên Aştiyê bûbû.