Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî merasîma sersaxiyê

Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Amedê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

KONÊ SERSAXIYÊ

Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî (Sarya Lorîn) li Amedê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê serdana merasîmê ya li Mala Şînê ya Farqîniyan hate kirin.

Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziya demokratîk a Amedê tevlî serdanê bûn.

Ji malbatê re sersaxî hate xwestin. Malbat wê sibe jî li Mala Şînê ya Farqîniyan serdanên sersaxiyê qebûl bike.