Newroza Xelfetiyê: Bakirhan banga kombûnê li Meclîsê kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê axivî û banga li Meclîsê kir ku li gorî banga Rêber Apo bicive. Bakirhan got, "Divê sererastkirinên qanûnî tavilê bêne kirin."

NEWROZA XELFETIYÊ

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku warê Rêber Apo ye, Newroz bi dirûşma 'Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk' hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de wêneyê Rêber Apo hate hildan û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan got, "Xelfetî, ji bo jiyana bi hev re ya wekhev a li vê xakê navendeke gelekî girîng e. Kurd li Xelfetiyê bi ser xwe de hatin, li Xelfetiyê rabûn ser piyan."

Bakirhan bi dewamî got, "Kurd bi têkoşîna Birêz Abdullah Ocalan ê ji Xelfetiyê dibe xwedî nasname, rûmet û aştiya xwe. Gelekî kêfxweş im ku îro li vê derê li warê jidayikbûnê yê Birêz Ocalan bi we re Newrozê pîroz dikim. Hîn çend roj berê li Girava Îmraliyê me hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re kir. Silavên Birêz Ocalan li hemşehriyên xwe, li xelkê Xelfetî û Rihayê hebû. Cejna we ya Newrozê pîroz dikir. Înşaleh di vê meha Remezanê ya pîroz de wê daxwazên we qebûl bibin, wê bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan. Tenduristî û moralê Birêz Ocalan baş bû."

EV BANG BANGA DAWÎ YA LI HEMBERÎ ÎNKARÊ YE

Bakirhan banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê bi bîr xist û got, "Ev bang banga ji bo demokrasiyê ye. Banga ji bo xwişk û biratiyê ye. Banga ji bo bidawîkirina polîtîkaya înkarê ya sed salî ye. Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a Kurdna, Elewiyan û gel û baweriyên din bangeke gelekî girîng e. Lewma divê beriya her tiştî em xwedî li vê bangê derkevin. Ji ber ku di vê bangê de qala welatîbûna wekhev, pêşîgirtina li kuştina jinan, parastina mafê jiyanê û paşeroja ciwanan tê kirin. Banga ji bo wê yekê ye ku êdî qeyûm li îradeya Xelfetiyê neyê tayînkirin, banga ji bo bidawîkriina înkara sed salî ye."

'EM SERBILIND Û KÊFXWEŞ IN, JI BER KU XWEDÎ LÎDEREKÎ WEKE BIRÊZ OCALAN E'

Bakirhan bi dewamî got, "Birêz Ocalan ji me re got: Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî Kurd, Elewî û jinan nabe. Li Sûriyeyê demokrasî bêyî Kurd, Êzidî û Ermenan û gel û rengên din ên li wê derê nabe. Ji bo Rojhilata Navîn ku cîhan jê re nebû çare rêyeke rizgariyê pêşkêş kir. Birêz Ocalan ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê bi paradîgmaya xwe, bi çareseriya xwe bû mînak. Cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ku em xwedî lîderekî weke Birêz Ocalan e ku li hucreyeke ji 12 metreçargoşeyî 27 sal in ji bo mirovahiyê têdikoşe."

'BI VÊ BANGÊ RE HER TIŞT NÛ DESTPÊ DIKE'

Bakirhan anî ziman ku bi vê bangê re her tişt neqediya ye û got, "Bi vê bangê re her tişt nû destpê dike. Ciwan xwedî wê berpirsyariyê ne ku bi ruhê ciwantiyê vê bangê bi rêxistin bikin. Xwedîderketina li vê bangê berpirsyariya we ye."

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN DANÛSTANDINAN Û JIYANÊ BÊNE SERERASTKIRIN

Di dewama axaftina xwe de Bakirhan got, "Ji Xelfetiyê, ji bajarê ku Birêz Ocalan lê ji dayik bû dixwazim bang li desthilatdariyê bikim. Hûn ê kengî şert û mercên jiyanê û danûstandinê yên azad ên Birêz Ocalan sererast bikin? Hûn li benda çi ne? Divê şert û mercên jiyanê û muzakereyan ên Birêz Ocalan tavilê bêne sererastkirin. Ji bo bi hezaran hevrêyên me yên weke Slehattîn, Fîgen, Leyla, Ayşe ên girtî bi me re têkoşînê bimeşînin divê bingeh bê amadekirin."

Bakirhan bang kir ku ji bo jiyaneke wekhev a Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê guhertinên qanûnî bêne kirin û ev bang li Meclîsê kir: "Ev bang bangeke dîrokî ye. Divê Meclîs li pêşberî vê banga dîrokî bi rola xwe rabe û sererastkirinên qanûnî tavilê bike û bi vê armancê bicive."

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û girseya gel li ber stranên hunermend Arhat govend gerand.