Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ku li hemû cîhanê deng veda, roj bi roj bandora xwe ya li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn zêdetir dike. Li aliyekî siyaseta şer a hêzên desthilatdar, li aliyê din jî projeya çareseriyê ya Rêber Apo a ku xwe dispêre avakirina civaka demokratîk, weke du stratejiyên ku wê pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê diyar bikin, bandor li ser hemû herêmê dikin. Iraq jî yek ji wan welatan e ku zemîna alozî û nakokiyan lê kûr dibe û ne xuya ye wê di demên pêş de geşedanên çawa rû bidin. Di nav vê resmê giştî de gelê Şengalê û bi taybet jî civaka Êzidî ku ji peyama Rêber Apo hêzeke mezin girtiye, ji bo parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe hewlên xwe zêde dike.
Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê (Tensîq) Hisên Hecî, giringiya banga Rêber Apo û bandora wê ya li ser herêmê, her wiha rewşa Iraqê û Şengalê ji ajansa me re nirxand.
Hisên Hecî di destpêka nirxandina xwe de bibîr xist ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, ji destpêka salên 2000’ê heya roja me ya îro li Iraqê sîstema dewletê û civakê nehatiye avakirin û sedemên vê rewşê wiha şîrove kir: ‘’Destûra bingehîn a ku piştî 2005’an hatibû amadekirin mayînkirî bû. Gelê Iraqê dibe qurbaniyê nakokî û berjewenditên hêzên desthilatdar. Bi taybet civaka Êzidî beriya fermanê jî piştî fermanê jî herî zêde ji vê rewşê bandor dibe. Tiştê ku jê re dibêjin nakokiyên îdarî, berjewendiyên wan in. Ne ku li ser berjewendiyên gel li hev nakin.’’
‘MECLÎSA PARÊZGEHA MÛSILÊ LI SER NAKOKÎ Û BERJEWENDIYAN AVA BÛ’
Hisên Hecî pirsgirêkên siyasî yên li Meclîsa Parêzgeha Mûsilê û ji erk girtina serokê meclîsê jî nirxand û wiha got: ‘’Dema Meclîsa Mûsilê çêbû, ji aliyên cûda hate avakirin. Ew aliyên ku nakokî di navbera wan de hene, bûn berpirsyarên meclîsê. Wa salek zêdetir di ser re derbas bûye, Meclîsa Mûsilê ji bo gel çi xebatê meşandiye? Nakokî ji ku derketin, Meclîsa Mûsilê ne li gorî yasayan li gorî nakokî û berjewendiyan hate avakirin. Dadgeha Îdarî derbarê rewşê de biryar da lê Meclîsa Mûsilê pêk neanî, vê carê biryar çû Dadgeha Federal wan jî biryar piştrast kir, gotin pêk bînin. Çima, ji ber ku berjewendiyên ew aliyên ku di meclîsê de cih digirin nagihin hev. Herkes dixwaze serweriya xwe li ser meclîsê çêbike da ku berjewendiyên xwe bimeşîne. Niha hilbijartin nêz bûye û ev alî dixwazin derfetên madî ji bo xwe bikar bînin, çavkaniya pirsgirêkan ev e.’’
‘JI BO ŞENGAL JI NÛ VE AVA NEBE ÎDARE NAYÊ AVAKIRIN’
Weke tê zanîn ruxmê ku ev ji salek zêdetir e hilbijartinên herêmî çêbûne û meclîsa parêzgeha Mûsilê ava bûye, hê jî îdareya nû ya Şengalê nehatiye fermîkirin. Hisên Hecî derbarê vê rewşê de jî ev nirxandin kir: ‘’Ji 2017’an heya roja me ya îro Şengal bê îdare ye. 8-9 sal in ev bajar bê îdare ye. Naxwazin Şengal were avakirin, vegera gel çêbe û xizmetgûzarî were Şengalê. Ji ber vê van pirsgirêkan derdixin ku îdare li Şengalê ava nebe. Meclîsê jî biryar da ku îdareya nû ava bibe lê çima pêk nehat? Tiştên pişt perde hene ku girêdayî berjewendiyên aliyên siyasî ne. Tiştê herî bê exlaq e ku kesek li dijî welatê xwe derkeve ji bo berjewendiyên welatek din. Bi vî awayî Iraq safî jî nabe. Pêwîst e ev sîstema îdarî ya li Iraqê were guherandin.’’
‘PEYAMA RÊBER APO BANDOR LI SER HEMÛ CÎHANÊ KIR’
Endamê Tensîqa Şengalê Hisên Hecî bang û peyama dîrokî ya Rêber Apo jî weke peyameke ku bandor li ser hemû cîhanê kiriye nirxand û wiha pêde çû: ‘’Peyama Rêber Apo ne tenê bandor li ser Rojhilata Navîn kir, bandor li ser giştî cîhanê kir. Hemû hêzên navneteweyî ev peyam erê kirin. Rêber Apo peyamek da ku pêwîst e tenê ji aliyek ve em lê nenêrin, em di çarçoveyek berfireh de lê binêrin. Ev peyam wê bandor li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Wê ev peyam cihê xwe bigire. Serokatî bi vê peyama xwe re her wiha top avêt aliyê dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi hêza leşkerî û teknîkî biser neket û neçar ma bi Rêbertî re hevdîtin bike. Beriya niha jî Rêber Apo gelek caran helwesta xwe ya ji bo çareseriya siyasî û yasayî nîşan daye.’’
‘PÊWÎST E IRAQ HÊZÊN TIRK JI AXA XWE DERXE’
Hisên Hecî diyar kir ku êdî wext hatiye hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê derkevin û wiha berdewm kir: ‘’Derbarê hinceta hebûna Tirkan a li axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê, aliyên Iraqê dibêjin êdî hinceta Tirkan nemaye. Lê stratejiyek Tirkan heye li herêmê, herêmê weke parçeyek ji axa Osmaniyan dibînin lê ev ne ew dem e ku ev fikir pêk were. Siyaseta wan a hundir û derve têk çûye, aboriya wan têk çûye, nakokiyên civakî çêbûne… Lazim e li çareseriya vê şaştiyê bigerin. Pêwîst e Iraq jî zextê li dewleta Tirk bike ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistane vekişîne.’’
‘PEYMANA BI ŞAMÊ RE BI HEDEFEKE STRATEJÎK HATIYE KIRIN’
Endamê Tensîqa Şengalê Hisên Hecî herî dawî jî peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Şamê de jî nirxand û nêrînên xwe wiha anî ser ziman: ‘’Mazlûm Ebdî û hevalên xwe gavên vala naavêjin, lê stretejiyeke dûr di vê tifaqê de heye ku çareseriyê bîne. Herkes li gorî nêrîna xwe vê tifaqê dinirxîne. Mazlûm Ebdî îro bi dewletê re tifaqê kiriye ne bi şexsekî re. Di siyasetê de tiştekî sabît nîne, berjewendiyên gelê te li ku derê be tu carna neçarî gavan ber bi wê derê ve bavêjî. Wê mafê koçberan, mafê gelê Kurd, mafê kêmnetewan, mafê jinê di destûra bingehîn de were mîsogerkirin. Pêwîst e taybetmendiya hêza leşkerî hebe, xwe rêvebirin hebe. Mazlum Ebdî gavên çareseriyê avêtine ku li Sûriyê şer bisekine û gelê Kurd bigihe mafên xwe.’’