‘Ev peyman wê dawî li komkujiyan bîne’

Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê têkildarî peymana di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de hatî îmzekirin, got: “Hêvî dikin ev peyman bibe wesîle ku dawî li komkujiyan were.”

Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê qetilkirina Elewiyên li peravên Sûriyeyê şermezar kir û xwest, hesab ji tawanbaran were xwestin. MXDŞ’ê peymana navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata demkî ya Şamê jî pîroz kir û xwest, ev peyman bibe wesîleyek ji bo dawî anîna komkujî û xwîn rijandina hemû gel û baweriyan.

MXDŞ’ê diyar kir ku qetilkirin, di komkujiyan re derbaskirina gel û baweriyan sûc e û ev peyam da: “Komên ser bi HTŞ’ê ev çend rojin êrişê bajarên Elewiyan dikin û li wir, jin û zarok jî di navê de herkesê bi awayeke hovane qetil dikin. Ev qetilkirina Elewiyan fermana 2014’an a bi serê me Êzidiyan de hatiye bibîr dixe. Tu hincetek qetilkirina mirovên sivîl, jin, zarok û kesên bi temen rewa nake û ev mafe bi tu kesî nade. Dema Êzidî dihatin qetilkirin jî, cîhan temaşevan bû, dema niha Elewî têne qetilkirin jî heman bêdengî heye. Erka saziyên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî ye (NY) ku pêşî li van komkujiyan bigirin.”

MXDŞ’ê peymana navbera fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya li ser navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Ehmed El-Şera (Colanî) de hate îmzekirin ji bo dawî hatina qetilkirina bîr û baweriyên li Sûriyeyê jî weke gaveke gelekî mezin destgirt û wiha hate gotin: “Ji bo li Sûriyeyê aştî mayînde bibe, hemû gel û bawerî bihevre di nava aramiyê de bijîn, mafê hemû gelan di Sûriyeya nû de were garantî kirin, em peymana navbera fermandarê QSD’ê û Colanî de weke gaveke berbi aştiyê ve dibînin. Em bawer dikin wê ev peymana ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îmzekiriye, mafê hemû bîr û baweriyan û gelan jî biparêze. Hemû gelên li Sûriyeyê yên dibin gefa qirkirinê de ne, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke hêviyekî dibînin. Em bawer dikin, ewê bibin nûnerên hemû gelan û bi vê wesîleyê pêşî li komkujiyên li tevahiya Sûriyeyê jî bigire.”

MXDŞ’ê rola Rêber Apo ya di avakirina aştiyê li herêmê de jî silav kir û got: “Eger îro peymanek li Sûriyeyê tê îmzekirin bêgûman rola Rêberê aştiyê Rêber Apo, têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şehîdan zêdeye. Ev da nîşan berxwedana Îmralî, şervanan û berxwedana Tişrînê hişt yên herî dijber jî bi nûnerên gelan re rûnin. Li gorî me ji peymanê fêmkiriye wê gelên me yên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bikarin vegerin ser cih û warê xwe. Têkoşîn û berxwedana mezin a gelê Efrîn û van herêmên din serkeft. Ji bo parastin û garantîkirina mafê civaka me ya Êzidî li van herêman jî bawer dikin, wê gavên girîng bên avêtin. Em vê hewldana aştiyê ya bi fikrê Rêber Apo destpê kir, pîroz dikin. Biqasî gelên li Sûriyeyê jiyan dikin, em jî pêkêfxweşin.”