Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat nîqaşên bi banga Rêber Apo destpê kirin nirxand û anî ziman ku divê gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe li gel vê pêvajoyê be. Firat destnîşan kir ku girîng e piştgirî ji rêveberên vê pêvajoyê re bê dayin û got, "Haya aliyê Kurd êdî ji meseleyê heye; têkoşîn meşandiye, xwedî wê hêz, agahî û danheviyê ye ku karibe danûstandinan bike. Ji ber vê yekê hemû hêz û rêxistinên Kurdan, qadên têkoşînê û dînamîkên gelê me divê bi vê sekna bi rûmet re bin."
'BI KUŞTIN Û ÎNKARÊ EV PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'
Kasim Firat anî ziman ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibe û got, "Zêdeyî sed sal in gelê Kurd berxwedaneke bi rûmet dike, berdêlan dide û mirovên wan têne qetilkirin. Li gel van şert û mercên giran hemûyan gelê me hîn bi sergbilindî li ser piyan e. Hîn jî bi berxwedana xwe dibe cihê hurmetê, li gel her tiştî jî xwe venakişîne û xwedî li nasname, hebûna xwe derdikeve. Îro cîhan jî vê rastiyê dibîne. Bi kuştinê, bi înkar û îmhayê ev mesele çareser nabe. Di asta heyî de avakirina aştî, maf û edaletê êdî ferz bûye. Cîhana vê serdemê jî vê yekê dixwaze, gelê Kurd jî heman tiştî dixwaze."
'GELÊ KURD XWEDÎ TÊKOŞÎNEKE REWA Û DAXWAZÊN MAFDAR E'
Firat ragihand ku muxatabên gelê Kurd divê bi aqlê selîm vê pêvajoyê binirxînin û êdî cîhan jî di mijara çareseriya vê pirsgirêkê de guncaw bûye û got, "Rastiya cîhanê jî êdî dibêje,' Werin bi hev re biaxivin, çareseriyê biafirînin'. Em dikarin jiyaneke hevpar tenê bi edalet û aştiyê ava bikin. Em hatine vê astê."
Di dewama axaftina xwe de Kasim Firat got, "Divê ev pêvajo bi berpirsyarane, aqlê stratejîk û li gorî hevsengiyên giştî yên cîhanê bê meşandin. Gelê Kurd gelekî qedîm e û xwediyê rasteqîn ê vê xakê ye; têkoşîna xwe rewa ye, daxwazên xwe mafdar e. Lê belê ev yek di vê serdemê de têrê nake. Hêzên li hemberî gelê Kurd disekinin divê li ber çavan bêne girtin. Divê em jî bi sekneke rasteqîn, berpirsyarane û bi biryar li gel vê pêvajoyê tevbigerin.
'AŞTIYEK LI SER BINGEHA HIQÛQ Û EDALETÊ'
Mirov îro ji bo aştiyê li hev kom dibin. Divê Kurd û muxatabên wan xwedî li vê pêvajoyê derkevin, bi aqlê selîm û berpirsyariyê em vê pêvajoyê bimeşînin. Ev rê divê bi rengekî rast û hevseng bê meşandin.
Allah û Teala di Sureya Hucuratê Ayeta 9'emîn de wiha dibêje: 'Eger ji mumînan du kom şer bikin, navbera wan çêbikin. Eger yek neheqiyê li yê din bike, li hemberî neheq bisekinin û bi edaletê aştiyê pêk bînin'. Em bi vê têgihiştinê tevdigerin. Divê hem em tevlî pêvajoyê bibin hem jî li gel aştiyê bin. Ev yek jî pêwîste li ser bingeha maf, aştî, edalet û hiqûqê bê kirin. Sed sal in mafê gelê me nehatine naskirin. Divê êdî dawî li vê neheqiyê bê anîn. Divê kes mafên Kurdan ji nedîtî ve neyên. Gelê Kurd divê bi hemû dînamîkên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibe, pêvajoya aştiyê ji bo Kurdan li ser zemîneke wekhev û bi rûmet bê rûniştandin.
'ALIYÊ KURD XWEDÎ WÊ TECRÛBEYÊ YE KU VAN DANÛSTANDINAN BIMEŞÎNE'
Hin derdor bi bêhizûrî û bêsebir nêzî vê pêvajoyê dibin; ev helwest rast nîne. Gelê Kurd divê bi sebir be. Divê neyê jibîrkirin ku Kurd xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşînê û hişekî xurt ê berxwedanê ye. Yên ku îro bi navê Kurdan li dora maseyê rûniştine, xwedî wê hişmendî û tecrûbeyê ne ku karin mafên Kurdan biparêzin. Divê em hemû li gel vê pêvajoyê bin. Haya aliyê Kurd ji vê meseleyê heye; têkoşiya ye, xwedî agahî, danhevî û wê hêzê ye ku kare danûstandinê bike. Rêxistinên siyasî yên Kurdan, saziyên xwe yên civakî, hemû qadên xwe yên têkoşînê, yanî gelê me divê bi hemû dînamîkên xwe yên siyasî bi vê sekna bi rûmet re be. Gelê Kurd berdêlên giran da. Îro jî ev gel daxwaza lihevkirinekê dike ku hêjayî berxwedana wê ya sed salî, maf, aştiyeke bi rûmet dike. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û bang li gelê xwe dikin ku bi sebir vê pêvajoyê bişopîne.
Bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê jî bibêjim; em spekulasyonên di çapemeniyê de li ser Rojava têne kirin qebûl nakin. Destketiyên li Rojava destketiyên hevpar ên gelê Kurd e û ev mesele meseleyeke welê ye ku di çarçoveya xwe de di nava dewleta di nav de ye wê bê çareserkirin, ne meseleya vê derê ye. Nîqaşkirina van destketiyan, rojevkirina wê bi rengê provokekirinê nêzîkatiyeke rast nîne. Em rast nabînin ku destketiyên ku gelê Kurd bi danhevî û fedakariya xwe bi dest xistiye bibin mijara nîqaşê. Ev pêvajo divê bi aqil û îradeya hevpar a gelê Kurd bê meşandin û bi vî rengî em karibin bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin."